BI DÎMEN

Roja yekem a 3’yemîn Mîhrîcana Çanda Kurd bi dawî bû

3’yemîn Mîhrîcana Çanda Kurd a li paytexta Fransa Parîsê li dijî qirkirina çandî û asîmîlasyonê pêk hat, di roja yekem de bi çalakiyên cur bi cur bi dawî bû. 

3’YEMÎN MÎHRÎCANA ÇANDA KURD

Mîhrîcana Çanda Kurd a Parîsê ku bi pêşengiya Konseya Demokratîk a Kurd a Fransa (CDK-F) û Komeleya Çand û Hunerê ya Kurdistanê (ACK) tê organîzekirin û heta 1’ê Hezîranê bidome, roja yekem bi dawî bû.


Mîhrîcan bi meşa kevneşopî ya li ber Navenda Çandê ya Ahmet Kaya dest pê kir. Beriya meşê Şaredara Herêma 10’emîn a Parîsê Alexandra Cordebard axaftinek kir. Cordebard diyar kir ku gelê Kurd hêmaneke bingehîn a Parîs û Fransayê ye. Alexandra Cordebard diyar kir ku çand û hunera Kurdî yek ji girîngtirîn nirxên pirrengiya çandî ya mirovahiyê ye û got, "Em weke dostên gelê Kurd bi rûmet in ku em li cem vî çand û gelê hêja ne."

Di meşa ku cil û bergên Kurdî hatin li xwe kirin û wêneyên rengîn derketin holê, li ber bi def, zurne, erbane û kilaman govend hate gerandin. Di meşa mîhrîcanê de ku ji aliyê kesên li Parîsê dijîn ve bi eleqeyek mezin hat temaşekirin, bi broşurên CDK-F'ê yên ku li ser dîrok û çanda gelê Kurd hatibû amadekirin, xebatên girseyî hatin lidarxistin.

Meşa mîhîrîcanê li ber Carreau du Temple, salona çalakiya çandî ya Şaredariya Herêma 3’yemîn a Parîsê bi dawî bû.

Beriya çalakiyê, Hevserokê CDK-F Şahîn Polat axaftinek kir. Polat di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya çalakiyên çandî yên li dijî asîmîlasyona çandî. Şahîn Polat got, “Pênasekirina gel bi ziman û çanda wî tê kirin. Ji bo ciwanên me li dîasporayê wenda nebin û têkiliyên Kurdan bi hev re qut nebin, girîng e li derdora çand, huner û têkoşînê bên gel hev.”

Piştî axaftinê belgefîlma "Yêk" a bi derhêner û hilberîneriya Rojda Shîkho ya li ser Kurdên ji çar parçeyan neçar man ji Kurdistanê koç bikin li salona Carreau du Temple hat pêşandan.

Paşê bi amûrên muzîkê yên derbên cur bi cur performansa wan hate pêşkêşkirin. Piştî şanoyê hunermendên Kurd Helîm Omerî û hunermendên TEV-ÇAND'ê derketin ser dikê. Tîma Govendê ya Rojbîn hunera xwe pêşkêşî beşdaran kir. 

Mîhrîcana Çanda Kurd a ku bi hevkariya Weqfa Danielle Mitterrand, Şaredariya Parîsê, Şaredariya Herêma 10'emîn a Parîsê, Şaredariya Mant Le Jolie û Şaredariya Montreûilê tê lidarxistin, wê di 1'ê Hezîranê de bi dawî bibe.