BI DÎMEN

Mîhrîcana Çanda Kurd a Parîsê dest pê kir

Mîhrîcana Çanda Kurd a Parîsê îro dest pê kir. Mîhrîcan wê heta 1'ê Hezîranê bidome.

MÎHRÎCANA ÇANDA KURDÎ

Mîhrîcana Çanda Kurd a bi pêşengiya Konseya Demokratîk a Kurd a Fransayê (CDK-F) û Komeleya Çand û Hunerê ya Kurdistanê (ACK) li Parîsê tê organîzekirin, dest pê kir. Mîhrîcana ku ji 25'ê Gulanê dest pê kir wê heta 1'ê Hezîranê dewam dike, bi hevkariya Weqfa Danielle Mitterrand, Şaredariya Parîsê, Şaredariya Herêma 10'emîn a Parîsê, Şaredariya Mant Le Jolie û Şaredariya Montreûilê tê organîzekirin.


Di hefteya ku wê li Parîs û bajarên herêma Île-de-France bê lidarxistin û gelek mînakên mîrateya dewlemend a Kurdan wê werin pêşandan, çanda Kurdan a di bin gefê de ye wê were nasandin û li dijî asîmîlasyona çandî peyam were dayîn.

Di mîhrîcanê de bang li civaka Kurd a li Fransayê û bi taybet li Parîsê hate kirin ku çanda xwe nas bikin û gelên din ên li Fransayê ji bo naskirina Kurdan ku yek ji gelên herî kevn ên Mezopotamyayê ye, vexwendin mîhrîcanê.

Bi mîhrîcana ku ji aliyê CDK-F û ACK'ê ve tê lidarxistin, qada çandî ya civaka Kurd a li çar parçeyên Kurdistanê derdikeve pêş. Ji bo aramî, geşepêdan û bextewariya gelê Kurd ên li Fransayê ne; ji bo avakirina diyalogeke domdar û avaker di navbera Kurd û gelên li Fransayê de, tê xwestin ku têkilî bê danîn.

Di mîhrîcanê de bernameyeke dewlemend û cihêreng wek performansên hunerî, konserên kolanan, dîwana dengbêjiyê, atolyeyên hunera destan, xwarinên Kurd wê bê pêşkêşkirin. Her wiha dê ji bo zarokan atolyeyên lîstikan bên organîzekirin û ji bo fêrbûna ziman, muzîk û govenda Kurdî derfet bê dayîn.

Mîhrîcana Çanda Kurd a Parîsê ku bûye çalakiyeke kevneşopî, ji bo Kurdistaniyên li dîaporyê dimînin û gelê Fransayê bi kelecan li benda wê ne. Mîhrîcan îro saet di 14.30 de bi meşekê ji Navenda Çanda Ahmet Kaya ya Parîsê destpê kir. Piştî meşê cara yekem wê belgefîlma 'Yêk' a ku derhêneriya wê Rojda Shîkho kiriye wê bê pêşandin . Roja ewil a mîhrîcanê dê bi performansa 'perkusyon' bi dawî bibe.

Di roja dawî ya mîhrîcanê de dê bi beşdariya Koma Amed, Chopy û Deza Amed konser bê lidarxistin.