Rûsya: Destwerdana leşkerî li Sûriyê, wê herêmê bêaram bike

Rûsya: Destwerdana leşkerî li Sûriyê, wê herêmê bêaram bike

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov hişyarî da û destnîşan kir ku çareseriyeke leşkerî ya ji bo Sûriyê, wê Rojhilata Navîn tevlîhev û bêaram bike.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê bi rêya telefonê bi nûnerê taybet ê Yekitiya Ereban û Neteweyên Yekbûyî Lakhdar Brahîmî re peyivî û bi biryardarî destnîşan kir ku ji bilî çareseriya siyasî-dîplomatîk, ti alternatîfek ji bo Sûriyê nîne. Li gorî daxuyaniya ji Wezareta Karên Derve ve hat dayîn Lavrov diyar kir ku hewldaneke çareseriya leşkerî, wê Sûriye û herêmê hîn bêtir bêaram bike.

Di daxuyaniyeke din a nivîskî ya roja Sêşemê hat weşandin de hat ragihandin ku Lavrov bi hempişeyê xwe yê Emerîkî John Kerry re bi rêya telefonê axiviye. Hat ragihanidn ku Lavrov di vê hevdîtinê de argumanên diyar dikin ku li pişt êrîşa kîmyewî hikûmeta Sûriyê heye, red kiriye.

Hat gotin ku Kerry jî anî ziman ku ew îdîaya xwe ya di vê mijarê de dispêre 'çavkaniyên pê ewle'. 

Di daxuyaniyê hat gotin, "Lavrov argumanên aliyê Rûs pêşkêş kir û ev nêrîn red kir." Wezîrê Rûs diyar kir ku gelek welat bi zanebûn hewl didin berhemên destpêkê yên çareseriya bi rêyên siyasî-dîplomatîk sabote bikin.