Rûsya 57 ton alîkariya însanî şand Iraqê

Rûsya 57 ton alîkariya însanî şand Iraqê

Serokê Ofîsa Koordînasyona Karên Însanî ya Neteweyên Yekbûyî Raşîd Halîkov diyar kir ku Rûsya 57 ton alîkariya însanî ji Iraqê re şandiye.

Rayedarê ku agahî da ajansa nûçeyan a RIA Novostî got, “Rûsya, di mijara alîkariya ji bo penaberên li Iraqê tevkariyê dike. Rûsya 20 ton alîkariya însanî ji Bexda re 37 ton jî ji Erbîlê re hat şandin.”

Halîkov diyar kir ku alîkarî ji derman, betaniye, cil û bergan pêk tê.