Rûniştina Doza Tak ê Bulgaristanê binçav kiribû hefteya pêşiya me ye
Rûniştina Doza Tak ê Bulgaristanê binçav kiribû hefteya pêşiya me ye
Rûniştina Doza Tak ê Bulgaristanê binçav kiribû hefteya pêşiya me ye
Doza rûniştina Halef Tak ê dema ji Swêd çûbû Bulgaristanê bi sedema dewleta Tirk lê digere di 17’ê Hezîranê de hatibû binçavkirin hefteya pêşiya me ye.
Rayedarên Wezareta Karên Derve ya Swêd gotin ku hefteya pêşiya me herî dereng 26’ê Tîrmehê roja înê wê Tak derkeve pêşiya heyeta dadgehê.
Xizmên Tak didin xuyakirin ku eger Tak radestî Tirkiyeyê bê kirin, rîska ku 15 salan ceza bidinê heye û tevî ku Tak hemwelatiyê Swêd e jî Wezareta Karên Derve li gorî tiştên hêvî dikirin tevnegeriyaye.
Li hemberî Wê yek jî berpirsyarên Çapemeniya Wezareta Karên Derve Camîlla Akesson got ku bi rêya interpolê li Tak digerin, parêzer jêre girtine û alikariyê pêwîst dane Tak.
Ji bo serbestberdana Tak rojên borî mîtîng hat lidarxistin, li ser rêya facebookê hesab jî hat vekirin. Her wiha gelek sazî komeleyan jî ji hukûmeta Bulgaristanê xwestibûn ku Tak bê berdan.