Rûken Yilmaz: Muzîka Kurdî geş dibe

Hunermenda NÇM’e Rûken Yilmaz diyar kir ku muzîka Kurdî dema ku berê xwe dide cewhera xwe ev ne dubarebûn e û got, “Gotina ku dibêjin tiştek nayê afirandin, zimanekî qure û neheqî ye.”

Hunermenda Navenda Çanda Mezopotamyayê diyar kir ku li dinyayê muzîk ber vedigere cewhera xwe. Yilmaz bal kişand ser vî tiştî ligel ku bi sedan salan li ser muzîka Kurdî talan, asîmîlasyon û talan hatiye kirin jî, muzîka Kurdî her dem pêlek daye xwe û geş bûye.

Malbata Yilmaz yek ji wan bi sed hezaran malbatan e ku koçî Stenbolê kirine. Yilmaz li Stenbolê ji dayik bûye û diyar dike ku dê û bavê wê kesên polîtîk in û bi salan li saziyên Kurdan xebitîne. Yilmaz diyar dike ku ew bi çanda dengbêjiyê mezin bûye û piştî ku 12 salî bi lêdana gîtarê dest bi muzîkê kiriye, wê muzîka bi Tirkî pêk aniye.

MIN ASÎMÎLASYON GELEKÎ ZELAL DÎT

Yilmaz derbarê eleqedarbûna bi muzîka Kurdî dibêje ku, “Ez ê nikaribim bibêjim ku min xwe baş hîs kir, berevajî wê min êşa vî tiştî hîs kir. Li malê bi Kurdî dihate axaftin lê narînî û wêjeya di ziman de qet çênebû, ji ber ku ez wisa mezin nebûm. Piştre ew narînî çêbû. Ez di hin waran de tengijîm, hê jî ditengijim. Ez qala dijwariyên teknîkî nakim,hîsnekirina stranê, sarbûn û nerazîbûna mirovan a li hemberî vî tiştî. Ez dema qala êşan dikim, qala vî tiştî dikim. Piştî ku min dest bi muzîka Kurdî kir, asîmîlasyonê xwe gelekî zelal da hîskirin.”

XEBATA AKUSTÎK Û ALBUM

Yilmaz diyar kir ku wê bi muzîka ‘nerm’ dest bi muzîkê kiriye û got, “Carinan min stranên gelêrî jî distra. Pêşiyê min muzîka rock kir. Piştre min berê xwe guherand. Me strana Zembilfiroş xist repertûara xwe. Di vê maweyê de ez di nav NÇM’ê de min gelek xebat kir. Di sala 2019’an de min ‘sîngle’ya xwe ya ‘Tu bihata’ çêkir. Niha jî xebata min a akustîk heye û wê album derkeve.”

MUZÎKA KURDÎ XWE DUBARE NAKE

Yilmaz li ser pirsa ‘Dubarebûna muzîka Kurdî û strandina stranên gelêrî’ jî dibêje muzîka Kurdî xwe dubare nake. Yilmaz got ku “Strandina stranên gelêrî ne dubarebûn e, wan nû dihêle. Min jî strana Zembilfiroş strand. Yên ku berê li stranê guhdarî kiribûn û yên ji min guhdarî kiribûn, wê hîsa wan ne wekî hev be.Li gorî min em jî hildiberînin. Lê tişta ku em hildiberînin çiqasê wê di nav gel de cih digire, em dikarin vî tiştî nîqaş bikin. Heke were gotin nayê afirandin wê bibe zimanekî qure. Ez muzîsyen im û diafirînim. Hevalên min ên din jî diafirînin.”

Yilmaz di dawiya axaftina xwe de dibêje ku “Stran di warê teknîkî de baş e, şîrove û muzîka wê baş e lê dema em li rêjeya wê ya guhdarîkirinê dinihêrin, gelekî kêm e. Lê li cihekî din straneke qels e mirov dibîne eleqedariya wê gelekî zêde ye. Li vê derê tiştekî din derdikeve holê. Gelek hevalên me yên muzîsyen hene. Piyasa û sektora muzîkê çerxa xwe li wir baş digerîne, dixe bazarê û dibe sedem ku girse wê bikire. Sektoreke wisa heye lê vê pergalê bi salan xwe nêzî muzîka Kurdî nekir. Hedefa me ya sereke em çanda xwe bidomînin. Muzîka Kurdî jî wekî muzîkên din ji xwe dispêre çand û gerdîşa xwe û didome. Li gorî min ev muzîk dewlemend e.”