Rojnivîska Gûrbetellî Ersoz li Swîsreyê bi Fransî hate weşandin

Rojnivîska Gûrbetellî Ersoz ku rojnamevan û yek ji pêşengên tevgera jinên Kurd bû, bi navê "Min dilê xwe li çiyê neqişand" li Swîsreyê bi Fransî hate weşandin.

Rojnivîska "Min dilê xwe li çiyê neqişand" ku Gûrbetellî Ersoz di navbera salên 1995-1997'an de nivîsand, li Swîsreyê bi zimanê Fransî hate weşandin.

Pirtûk ji weşanên “Les Éditions d’En Bas” hate çapkirin û li gelek pirtûkfiroşan tê firotin.

Çalakiya danasîna pirtûkê wê 29'ê Îlonê li bajarê Lozan ê Swîsreyê li Le Pavîllonê saet di 18:00 de pêk were.

Ji edîtorên Les Éditions d’en Bas Pascal Cottin û Jean Richard, her wiha midûrê berê yê Musée des Beaux Arts (Muzeya Hunerên Bedew) müdürü Bernard Fîbîcher jî wê weke qiseker beşdarî çalakiyê bibe.

Gûrbetellî Ersoz ku li Kurdistanê û Tirkiyeyê yekemîn Berpirsyara Weşana Giştî bû, dema ku Berpirsyaryia Weşana Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê dikir, ji ber karên xwe yên rojnamevaniyê hatibû girtin û êşkenceyên giran lê hatibû kirin.

Gûrbetellî Ersoz piştre tevlî nava refên PKK'ê bû û bîranîn, helbest û rexnedayina xwe yên di dema navbera salên 1995-1997'an weke rojnivîskê nivîsî bû.

Rojnivîska Gûrbetellî Ersoz bi navê "Min dilê xwe li çiyê neqişand" hate weşandin.

Gûrbetellî Ersoz dema ku 32 salî bû 8'ê Cotmeha 1997'an li Başûrê Kurdistanê şehîd bû.