Roja Zimanê Dayikê li Hagenê bi panelekê hat pîrozkirin

Înstîtuya Kurdî ya li Elmanyayê, bi wesîleya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, li bajarê Hagen ê Elmanyayê panelek lidar xist.

Serokê Komeleya Yekîtiya Mamosteyan Abdulkadîr Ulumaskan di panelê de çend lêkolîn û gotar li ser zimanê Kurdî parve kir û li ser girîngiya perwerdeya bi zimanê Kurdî nêrînên xwe anî ziman.

Ji Komeleya Alternatîf a Gelsenkîrchenê zimanzan Alî Mahîr Abdîk piştre li ser siyaseta li ser zimanê dayikê û zimanên di rewşa xetere de ne, axivî.

Şaredarê berê yê Colemêrgê Fadil Bedirhanoglû dûre mafê axaftinê kir û li ser rola medreseyan a di perwerdeya zimanê Kurdî de gotarek pêşkêş kir.

Roja jinê ya di zimanê dayikê de, ji aliyê 2 endamên Înstîtûta Kurdî ya Elmanyayê ve hat vegotin. Panela ku ji aliyê Serokê Înstîtûyê Fevzî Ozmen ve hat birêvebirin, bi muzîka bi 3 zimanî qediya.