Rêxistinên Fransa ji bo şermezarkirina Erdogan xwe amade dikin
Rêxistinên Fransa ji bo şermezarkirina Erdogan xwe amade dikin
Rêxistinên Fransa ji bo şermezarkirina Erdogan xwe amade dikin
Partiyên siyasî yên Fransa û rêxistinên civaka sivîl, xwe amade dikin, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan şermezar bikin.
Wê sibe piştî nîvro di navbera Serokkomarê Fransa Françoîs Hollande û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan de hevdîtinek pêk were. Partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên Fransa ji bo vê hevdîtinê şermezar bikin, bang kirin da ku kesên pêwendîdar 31’ê Cotmehê saet 14.00’an de tevlî mîtînga li derketina Învalîde Metro bibin.
Çalakî bi dirûşmayên, “Erdogan bixêr nehat Fransa”, “Li hember polîtîkaya Fransa ya li hember Kurdan ji hewldanênTirkiyeyê re na” tê lidarxistin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji bo di serî de Fransa hemû dewletên Ewropa bi armanca destekkirina berxwedana Kobanê û çek bên dayîn Kurd û dostên wan ên li Ewropa meheke di nav çalakiyyan de ne. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Di tevahiya çalakiyan de piştgiriya dewleta Tirk a ji çeteyên DAIŞ re hat teşhîrkirin.”