Rêxistina Efûyê, rexneya penaberan li Yewnanîstanê kir
Rêxistina Efûyê, rexneya penaberan li Yewnanîstanê kir
Rêxistina Efûyê, rexneya penaberan li Yewnanîstanê kir
Rêxistina Efûyê ya Navnetewî, hukûmeta Yewnanîstanê sûçdar kir ku bi awayekî ne qanûnî, penaberan vedigerîne Tirkiyê.
Rêxistinê di rapora xwe ya bi navê "Li Sînorê Ewropayê: Li ser sînorê Yewnanîstan ê bi Tirkiyê re Binpêkirina Mafên Mirovan" de hat destnîşankirin ku penaberên welatên din ên hewl didin xwe bigihînin welatên din ên Ewropayê, ji aliyê Yewnanîstanê ve bi awayekî ne qanûnî şûnde vedigerînin Tirkiyê.
Di raporê de tê ragihandin ku Yewnanîstan bi awayekî komî penaber û koçberan dersînor dike, rewşa şexsî ya kesan li ber çavan nagire, mafê dijderketinê jê re nayên dayîn û gava penaber tên dersînorkirin jî li pêkanînên xirab ên hêzên ewlekariyê yên Yewnan ras tên.
Rêxistina Efûyê da xuyakirin ku hêzên ewlekariyê yên Yewnanîstanê, jiyana mirovan ji nedîtî ve tên û diyar dike ku dema penaber şûnde tên vegerandin, pereyên wan, wêneyên wan ên malbatî yan yadîgarên malbatî, yan tên desteserkirin an jî hêzên ewlekariyê wan diavêjin deryayê.
Rêxistina Efûyê da xuyakirin ku ji ber par li herêma bejahî ya Merîçê ya Yewnanîstanê bi qasî 10.5 kîlometre dîwarê ji têlê hatiye çêkirin û nêzî 2 hezar hêzên nû yên ewlekariyê lê hatine bicihkirin, penaber ji bo derbas bibin Derya Egeyê ku gelekî tehlûkeye bikar tînin. Hat ragihandin ku par di meha Tebaxê de pirraniya wan ji jin û zarokên Sûriyeyî û Efgan, dema xwestin xwe bigihêjînin Yewnanîstanê di nava avê de fetisîn û jiyana xwe ji dest dan.