Rewşa tenduristiyê ya Mandela ne baş e

Rewşa tenduristiyê ya Mandela ne baş e

Lîderê Efrîka Başûr Nelson Mandela, ji ber enfeksiyonek li pişika wî, îro careke din rakirin nexweşxaneyê. Denmond Tûtû da xuyakirin ku divê Efrîka Başûr xwe ji mirina Mandela re amade bike.

Di daxuyaniya buroya Serokdewletê Efrîka Başûr Jacob Zûma de hat gotin, "Rewşa wî îro saet di 01.30 de xera bû û ew rakirin nexweşxaneyek li Petrorîa. Rewşa wî hînê giran e û bi guman e."

Mandela ê 94 salî, ji destpêka salê û vir ve gelek caran rakirin nexweşxaneyê. Mandela ê li Girava Robbenê 27 salan di girtîgehê de hat ragirtin, piştî hilweşîna rejîma Apartheid'ê, bû yekem Serokê Dewletê û piştî serdema yekemîn xwe ji siyasetê vekişandibû.

TÛTÛ: DİVÊ EFRÎKA BAŞÛR XWE JI MIRINA MANDELA RE AMADE BIK

Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Serkîskoposê Efrîka Başûrî Desmont Tûtû, ku weke dostê Kurdan jî tê naskirin, di meh Gulanê de daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku divê Efrîka Başûr xwe mirina Nelson Mandela re amade bike.

Tûtû got, "(Mandela) 94 salî ye. Demên gelekî zehmet bihurand û xweda ewçend sal ew ji me re hişt û gelekî baş kir. Eger em xwe ji niha ve ji vê bûyerê re amade nekin, wendahiya wî wê gelekî giran be û rê li ber êşên mezin veke."

Tûtû da xukirin ku Efrîka Başûr bi bicihanîna îdealên Mandela, dikare hîn baştir xwedî li mîrateya wî derkeve û got, "Fêmkirina herî baş a Mandela, demokrasiyeke rast e."