Rewşa Tenduristiyê ya Mandela hîn jî xeter e

Rewşa Tenduristiyê ya Mandela hîn jî xeter e

Rewşa serokê efsanewî yê Başûrê Afrîkayê Nelson Mandela hîn jî xeter e. Mandelayê  94 salî ji ber pirsgirêkên pişikê rakiribûn nexweşxaneyê.

Mandela ku di pêvajoya rejîma Apartheîd a Başûrê Afrîkayê de bibû sembola berxwedanê di sala 1994’an de bibû serokê Başûrê Afrîkayê. Mandela ku roja înê rakiribûn nexweşxaneyê hîn jî hîn jî rewşa tenduristiya wî cîddî ye. 
Rayedaran destnîşan kirin ku Mandela duh di kontrola tenduristiyê re hatiye derbaskirin û rewşa wî wek “giran lê bi îstîkrar” şîrove kirin. Berdevkê Wezareta Karên Derve Mav Maharaj, destnîşan kir ku Mandela bêyî  cîhaza bêhnstendinê bi kar bîne behnê dide û distîne.  

Afrîkayiyên Başûr jî, ji bo tenduristiya Mandela baş bibe dua dikin. Di merasîma olî ya roja yekşemê ku li dêra Regîna Mundî ya li Soweto hat lidarxistin de bi sedan mirov ji bo tenduristiya Mandela baş bibe, dua kirin. 

Nelson Mandela di sala 1960’î de li Başûrê Afrîkayê bi tawanbariya ku li hemberî hukûmeta heyî serî rakiriye û hewl dide hukûmetê ji holê rake di sala 1962’an de cezayê muebbetê jêre hat birrîn. Mandela di sala 1980’î de li Girava Robben a lê dima bi êşa zirav ango bi weremê ket.    


Tê îddîakirin ku dema Mandela li vê girava ku bi bayên xwe yên dijwar tê naskirin di kargehên keviran de dihat xebitandin bi vê nexweşiyê ketiye.