Rewşa Mandela ber bi başiyê ve diçe
Rewşa Mandela ber bi başiyê ve diçe
Rewşa Mandela ber bi başiyê ve diçe
Serokdweletê Efrîkaya Başûr Jacob Zuma aşkere kir ku rewşa rêberê efsanewî û serokdewletê berê yê Efrîkaya Başûr Neslon Mandela ber bi başiyê ve diçe. Zûma ku duh li nexweşxaneyê serdana Mandela kir, da zanî n ku rewşa “Madîba” baş e. Her wiha malavahiya kesên ku destekê didin kir. Lê derbarê derketina Mandela ji nexweşxaneyê de tu daxuyanî nehat dayin.
Neviyê Mandela Mandla Mandela jî got: “Mayina wî ya li nexweşxaneyê fikaran zêde dike.” Her wiha da zanîn ku ji bo dermankirina Mandela ev demek dirêj e malbat hewl dide.
Her wiha diyar kir ku bapîrê wî li cihek baş e û got: “Di demek kin de dê vegere mala xwe.”
Mandela herî dawî çileya 2012’ê ji ber enfeksiyona rêya hilmijê rakiribûn nexweşxaneyê û ji bo tenduristiya wî rê li ber gumanên mezin vekiribûn. Xwediyê Xelata Nobel a Aşitiyê û rêberê Efrîkaya Başûr ê ku li hemberî rejîma nijadperest a Apartheidê rabû, piraniya demê xwe li bajarê Johanesburgê û gundê zarokatiya xwe Qunuyê diborîne. Mandela di 94’emîn rojbûna xwe de li gundê xwe bi cih bibû.
Rojbûna Mandela 18’ê Tîrmehê li Efrîkaya Başûr bû pîrozbahiyeke girîng. Mandela Day (Roja Mandela) ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve weke roja veqetandina 6 7 deqedyên xwe b ji bo yên din, banga gerdûnî nas kir. Ev 67 deqe temsîla 67 salên Mandela dikin.
Neslson Mandela 25 salên temenê xwe di zîndana rejîma nijadperest a Apartheidê de borand û din navbera salên 1994-1999’ê de bû Serokkomarê Efrîkaya Başûr, sala 1993’yê Xeleta Nobel a Aşitiyê wergirtibû û sala 2004’ê jî xwe ji siyasetê vekişandibû.