Rejîm Îranê li Rojhilatê Kurdistanê bi hemû şêwazan cihêkarî û zextên xwe li ser civakê didomîne. Her çendî di makeqanûna Îranê de her kes dikare li gel zimanê Farsî bi zimanê xwe yê dayikê biaxive û bixwîne, lê li eyaleta Kurdistanê ango Rojhilatê Kurdistanê rewş gelek cûda ye. Di vê çarçoveyê de, Rêveberiya Perwerdeyê ya Rejîmê ya Parêzgeha Kirmanşanê bi giştînameyekê Kurdî li hemû dibistan û zanîngehan qedexe kir.
Di destûra bingehîn a Îranê de xalek ku dibêje, “li herêmên cuda cuda ku neteweyên Îranî lê dijîn, divê xwendekar bikarin bi zimanê dayikê li tenişta zimanê Farsî ders bixwînin.” Ango di makeqanûna Îranê de zimanên din nehatine qedexekirin. Sedema wê jî “Ji bo ziman û wêjeya Farsî pêş bikeve.”
Lê Rojhilatê Kurdistanê hema bêje qanûnên cûda dikevin meriyetê. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin, herî dawî Rêveberiya Perwerdeyê ya Parêzgeha Kirmaşanê ji bi şandina giştînameyekê axaftina bi Kurdî li dibistan û zanîngehan qedexe kir.
Li gorî agahiyan, roja yekşema borî, Rêveberiya Perwerdeyê ya Kirmaşanê ya rejîma Komara Îslamî ya Îranê bi giştînameyekê ferman da hemû mamosteyên xwendingehên parêzgeha (wilayet) Kirmaşanê ku dibe tenê bi zimanê Farisî biaxivin û bikaranina hemû zimanên ji bilî farsî qedexe bikin.
Di fermannameyê de ku di çapemeniyê de jî cih girt tê gotin ku ji bo pêşketina zimanê Farsî û dewlemendkirina gotin û wêjeya Farisî li herêmên Kurdistanê hemû mamoste hatine wezîfedarkirin, lewra nabe ew bi tu ziman û zaravayek ji bilî Farisî biaxivin. Hêjayî gotinê ye, di destûra bingehîn a Îranê de xalek ku dibêje “Li herêmên cuda cuda ku neteweyên Îranî lê dijîn, divê xwendekar bikarin bi zimanê dayikê li tenişta zimanê Farsî dersan bixwînin.”
Lê her çendî, di qanûna Îranê de tu astengî li pêşiya axaftin û perwerdeya bi zimanên din tune ye, bi berdewamî li seranserê Rojhilatê Kurdistanê bi sedhezaran zarokên kurd ji perwerdeya bi zimanê dayikê bêpar in.
Par jî li bajarê Seqiz bi heman şêwazî bi giştînameyekê, îdareya perwerdeyê ya rejîma Îranê li ser zimanê kurdî heman zext û qedexe bi rê ve biribûn.