Rejîma Îranê şûrê xwe li Kurmancî û alfabeya Latînî kil kir!

Rejîma Îranê ji ber ku bi alfabeya Latînî, bi zaravayê Kurmancî yê Kurdî pirtûka perwerdehiyê amade kir der barê nivîskarê Xorosanî Ebas Ismaîlî lêpirsîn da destpêkirin.

Îstîxbarata Îranê Îtlaat li bakurê Xorosanê ji ber ku bi alfabeya Latînî, bi zaravayê Kurmancî yê Kurdî pirtûka perwerdehiyê amade kir der barê Ebas Ismaîlî lêpirsîn da destpêkirin.

Li gorî Navenda Mafên Mirovan û Demokrasiyê ya Rojhilat ji bo ku bi alfabeya Latînî pirtûka perwerdehiyê amade kiriye lêpirsîn hatiye destpêkirin û bang li Ismaîlî kirin da ku îfadeya xwe bide.

Hate ragihandin di lêpirsînê de ku ji hêla buroya Îtlaatê ya bajarê Meşhetê ve hatiye destpêkirin ji Ismaîlî re hatiye gotin, ‘’Alfabeya Latîn a komên terorîst e. Ew Komara Îslamî ya Îranê ji xwe re dikin hedef. Qedexe ye ku bi vê alfabeyê weşan werin kirin.’’

Tê gotin weşanxaneya Emû Elewî ku beriya niha jî bi alfabeya Latînî, bi Kurmancî 8 pirtûkên zarokan û 30 pirtûkên wêjeyî weşandine, dibe ku were girtin.

Nivîskar û rewşenbîrên Xorosanî jî diyar kirin ku zaravayê Kurmancî yê Kurdî zimanê sereke yê wê herêmê ye û xwestin ku astengiyên li pêş perwerdehiyê werin rakirin. Nivîskar û rewşenbîr dixwazin xala 15’an a destûra Îranê ku destûr dide gelên ne Fars jî bi zimanê xwe dikarin perwerdehiyê bibînin, were sazkarkirin.

Beriya bi çend salan jî meclîsa gundê Baxçiq ê Bîcnûrdê navên Kurdî bi alfabeya Latînî li kuçe û kolanên xwe danîbûn. Lê piştî bi çend rojan Rewşa Awarte hatibû ragihandin, tabêla hatibûn rakirin û li şûna wan tabelayên bi Ingilizî hatibûn daliqandin.