Rêberên YE’yê dixwazin krîza butçeyê çareser bikin

Rêberên YE’yê dixwazin krîza butçeyê çareser bikin

Konseya Yekitiya Ewropayê li Brukselê ji bo hevdîtina butçeya 2014-2020’ê civiya. Li aliyekê hejmarên cûda cûda derdikevin pêş, li aliyeke din tirs heye ku ev civîna bilind krîzeke nû bi xwe re bîne. Polîtîkaya şidandina kemberê ku Serokwezrîê Îngilîstanê David Cameron serkêşiya wê dike, ji aliyê Almanyayê ve tê destekkiri, Franse-Îtalyaya ku dê ji qutkirina butçeya çandinî bandor bibin tevî welatên biçûk  di eniyekê de cih digirin.

Hevdîtina li YE ya li Brukselê 6 saetan dereng dest pê kir. Beriya civînê di navbera serokdewlet û serokwezîrên welatan de hevdîtin çêbûn. Xala sereke ya ku di hevdîtinê de bûye krîz ew e ku ka dê çiqas ji butçeya van 7 salên dawî were qutkiin.

Serokê Konseya YE’yê Herman Van Rompuy di axaftina vekirinê de diyar kir ku divê di butçeya nû ya YE’yê de mezinbûna aboriyê, veberhênan û afirandina qadên kar ji bo ciwanan esas bê girtin.

Polîtîkaya şidandina kemberê ku Serokwezrîê Îngilîstanê David Cameron serkêşiya wê dike, ji aliyê Almanyayê ve tê destekkiri, Franse-Îtalyaya ku dê ji qutkirina butçeya çandinî bandor bibin tevî welatên biçûk  di eniyekê de cih digirin.

GOTINA DAWÎ YA PARLEMENTOYÊ YE

Di civîna bilind a YE’yê de gelek hejmar ji bo butçeya nû derbas bûn, lê hejmara ku ji aliyê welata ve bê muzakerekirin, divê ji aliyê Parlementoya Ewropayê (PE) bê erêkirin.

Serokê Parlementoya Ewropayê (PE) Martin Schultz debarê mijarê de daxuyaniyek da û da zanîn ku welatên endam dê li ser butçeya 960 milyar euro li hev bikin, lê pereyê ku dê bê dayin jî dê derdora 910 milyar euro bin.  Schultz diyar kir ku parlementerên PE’yê butçeyek ku li rastî qutkirineke zêde bê erê nakin.