Rayedara YE Ashton bi Mûrsî re rûnişt

Rayedara YE Ashton bi Mûrsî re rûnişt

Hat ragihandin ku, Rayedara ji Polîtîkayên Derve yên Ewropayê Berpirsiyar Catherîna Ashton, bi Serokkomarê Misrê Mihemed Mûrsî yê bi darbeyê ji wezîfeyê hat wergirtin re hevdîtinek çêkiriye.  

Berdevk Maja Kocijancic da xuyakirin ku Ashton şeva Duşemê bi Mihemed Mûrsî re hatiye gel hevdu û bi qasî du demjimêran bi awayekî berfireh axivî ne. Kocijancic aşkera nekir bê Catherîne Ashton û Mihemed Mûrsî li ku derê axivî ne.

Mihemed Mûrsî, piştî bi rojan xwepêşandanên protestoyî bi darbeya leşkerî ya ji 3’ê Tîrmehê ve di binçavan de ye.

Rayedara ji Polîtîkayên Derve yên Ewropayê berpirsiyar Catherîna Ashton, duh bi hukûmeta demkî ya Misrê û Serfermandarê Giştî General Ebdulfettah El-Sîsî re jî rûniştibû. Ashton, beriya serdana xwe ya Misrê destnîşan kiribû ku wê “ji bo pêvajoyeke ku tevayî alî xwe têde bibînin hewldan bê pêşxistin” bangawaziyê bike.

Ashton, piştî êrîşên ji aliyê polîs û leşkeran ve di xwepêşandanan de nêzî 200 alîgirên Mûrsî jiyana xwe ji dest dan tê serdanan Misrê.

Alîgirên Mûrsî xwe amade dikin ku îro li paytext Qahîreyê xwepêşandaneke mezin a protestoyî li dar bixin.