QSD: Bi dehan çete hatin kuştin
Çeteyên ser bi dewleta Tirk a dagirker li rojhilatê Minbicê, derdora Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaxê derba giran xwarin. QSD'ê diyar kir ku di bersiva hêzên wan de bi dehan çete hatin kuştin.
Çeteyên ser bi dewleta Tirk a dagirker li rojhilatê Minbicê, derdora Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaxê derba giran xwarin. QSD'ê diyar kir ku di bersiva hêzên wan de bi dehan çete hatin kuştin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek weşand û ev agahî dan:
"Çeteyên dewleta Tirk a dagirker vê sibehê êrişî gundê Qebir Îmo yê li rojhilatê bajarê Minbicê kir. Şervanên me bersiva êrişan da û şerekî giran di navbera hêzên me û çeteyan de rû dide.
Li herêma Pira Qereqozaxê jî hêzên me erebeyeke çeteyên dewleta Tirk a dagirker teqand. Di encamê de 2 çete hatin kuştin. Di heman demê de balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker çerxerêya bajarê Sirînê bombebaran kir.
Li eniya Bendava Tişrînê jî şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê êrişên çeteyan ên li ser gundên Mihşiyet El Tewahîn û Xirbe Tiwênî yên navçeya Ebû Qelqet têk birin. Di encamê de bi dehan çete hatin kuştin û birîndar bûn. Hêhzên me dest danîn ser 2 tankan û çekeke obîs tevî guleyên wê. Her wiha panzêreke BMB û 2 erebeyên doçka li ser ên çeteyan îmha kirin.
Şer li van herêman dewam dike."