Qedexekirina her du saziyên Kurdan diçe ber destê dadgeriyê

Qedexekirina Weşanxaneya Mezopotamyayê û Mîr Muzîkê li Elmanyayê diçe ber destê dadgeriyê. Parêzeran diyar kirin ku wê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn a Federal bidin. Parlamenter Jelpke jî nerazîbûneke tund nîşanî hikumeta Merkel da.

Bi fermana Wezîrê Karên Hundir Horst Seehofer, du saziyên girîng ên Kurdan ên li Elmanyayê Weşanxaneya Mezopotamyayê û MÎR Muzîk doh bi fermî hatin qedexekirin. Nêzî 60 polîsan doh serê sibehê avêtin ser her du saziyên li bajarê Neûssê û deriyên saziyan mohr kirin.

Qedexekirina her du saziyên Kurdan ji aliyê dewleta Elman ve, diçe ber destê dadgeriyê. Parêzerên Weşanxaneya Mezopotamyayê û MÎR Muzîkê diyar kirin ku wê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn a Federal bibin û li ber qedexeya Wezareta Karên Hundir rabin.

'DIXWAZIN PÊŞÎ LI DENG Û NÊRÎNÊN KURDAN BIGIRIN'

Ji parêzeran Peer Stolle diyar kir, bi qedexeyê re hewl tê dayin pêşî li deng û nêrînên Kurdên li Elmanyayê were girtin û got, qedexeya ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve hatiye ragihandin, ti eleqeya xwe bi qanûnan re nîne. Parêzer Stolle ragihand, qedexe li pîvanên Destûra Bingehîn a Elman nayê û got, wê serî li Dadgeha destûra Bingehîn a Federal bidin û li dijî biryarê derkevin.

Parêzerekî din ê her du saziyên Kurdan Berthold Fresenîûs jî bal kişand ser kiryarên hikumeta Elman û pratîka rejîma Erdogan ku dişibin hev. Parêzer Fresenîûs bi bîr xist, rejîma Erdogan bi mejiyekî qedexekar mûxalefeta li Tirkiyeyê bêdeng kiriye. Wezareta Karên Hundir jî dixwaze heman zîhniyeta qedexekar li Elmanyayê bi cih bîne û got, "Qedexekirina karên çandî yên Kurdan li Elmanyayê wê bibe sedem ku dewleta Tirk hîn bi wêrekî zextê li Kurdan bike."

JELPKE: SEEHOFER LI SER ŞOPA ERDOGAN E

Parlamentera federal a Partiya Çep Ûlla Jelpke jî nerazîbûneke tund nîşanî qedexeya ku doh ji aliyê Wezîr Seehofer ve hate ragihandin. Jelpke diyar kir, li Tirkiyeyê bi kîjan sedeman medya mûxalîf û çapemeniya Kurd tê qedexekirin, Seehofer jî bi heman hincetan qedexe ragihand û got, "Wezîrê Karên Hundir li ser şopa despotê Tirk Erdogan e."

Jelpke li ser qedexeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ji bo qedexeyê got, "sansura dewletê" ya li dijî karên çand û hunerî yên Kurdan. Jelpke anî ziman, di demekê de ku bi destûra hikumeta federal çekên Elman ji dewleta Tirk re tên firotin, Wezareta Karên Hundir hewl dide mafê Kurdên li Elmanyayê yên ji bo wergirtina agahiyan asteng bike.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Desteserkirina bi tonan pirtûkên hînbûna Kurdî, pirtûkên zarokan ên bi Kurdî û pirtûkên li ser dîroka Kurdan, êrîşek li dijî mafên welatiyên Kurd ên li Elmanyayê ye ku hejmara wan zêdeyî milyonekê ye. Bi qedexeyê re ji Kurdên li welatê me re tê gotin, 'ziman, çand û dîroka xwe hîn nebin'. Ev yek bi ti rengî nayê qebûlkirin. Qedexeya li ser PKK'ê jî piştî 25 salan divê êdî bi dawî bibe."