Platforma Zimanê Kurdî: Divê em Kurdî hîn bêhtir bi kar bînin

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî diyar kir, divê Kurdî bêhtir bê bikaranîn û partî û sazî jî giraniyê bidin ser karê ziman.

Platforma Zimanê Kurdî ku ji aliyê partiyên Kurd ve hate avakirin, bi wesîleya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li avahiya Civata Rojnamevanên Başûrrojhilat (GGC) daxuyaniyek da çapemeniyê. Nûnerên partiyên Kurd tevlî civînê bûn. Berdevkê platformê Şerefxan Cizîrî bi bîr xist ku roja weşandina kovara Hawar a 15'ê Gulana 1932'an ji sala 2006'an ve weke Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin û got, "Vêkovara hêja ku heta sala 1943'an weşana xwe domand, xizmet ji çand û zimanê Kurdî re kir. Gelek xebatên giranbuha afirandin û di xebata rewşenbîriyê de berhemên hêja li dû xwe hiştin. Em zanin ku îro jî xebata  ziman, edebiyat û kultura Kurdî li ser mîrateya Hawar bi pêş ve dikeve, dibişikive, geş dibe û berheman dide."

'EM LI HER DEVERÊ BI KURDÎ BIAXIVIN'

Cizîrî anî ziman ku ji bo bala civakê bikişînin ser Cejna Zimanê Kurdî wan civîna çapemeniyê pêk anîne û got, "Zimanê me nasnameya me ye, hebûna me ye." Cizîrî bang li Kurdan, saziyan hemûyan kir ku li mala xwe, li derve û her qada jiyanê bi Kurdî biaxivin û ziman bi pêş ve bibin. Cizîrî destnîşan kir, li nava partiyan, saziyan, qadên çand û perwerdeyê divê Kurdî bibe zimanê ragihandinê û gelê Kurd jî di jiyana rojane de bi israr bi Kurdî biaxive. Cizîrî got, "Di serî de gelê me, saziyên civakî yên sivîl, rewşewnbîr, nivîskar, partiyên siyasî û medya divê ji bo Kurdî karekî taybetî bikin. Divê em Kurdî bikin rojeva civaka Kurd."

Cizîrî diyar kir, rêya rizgarkirina zimanekî ji tinebûnê ew e ku mirov bi wî zimanî biaxivin, hînî zarokên xwe bikin û şert û mercên vê yekê biafirînin.

Cizîrî got, "Kurdî (Kurmancî-Zazakî) divê bibe zimanê perwerdeyê û zimanê fermî. Kurdî tevî Tirkî divê bibe xwedî statuya zimanê fermî. Ji bo Kurdî divê guhertineke destûra bingehînî bê kirin. Saziya Zimanê Kurdî divê teqez bê avakirin." Cizîrî destnîşan kir, qedexeyên li ser zimanê Kurdî ku di çarçoveya polîtîkayên asîmîlasyonê didomin, divê teqez bên bidawîkirin.

PEYMANÊN NAVNETEWEYÎ HATIN BIBÎRXISTIN

Cizîrî bang li Tirkiyeyê kir ku li gorî peymanên navneteweyî tevbigere û got, "Ziman mafê bingehîn ê mirovan e, mafê civakî û xwezayî ye. Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn ê mirovan e. Ev maf ji aliyê gelek saziyên navneteweyî ve hatiye qebûlkirin. Em bang li Tirkiyeyê dikin ku li gorî Beyannameya Neteweyên Yekbûyî, Deklarasyona Mafên Mirovan a Yekîtiya Ewropayê û peymanên din ên pê ve girêdayî ye, tevbigere."

'ASÎMÎLASYON SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE'

Berdevkê platformê Şerefxan Cizîrî diyar kir, ji dema avabûna komarê û vir ve polîtîkaya yekziman tê ferzkirin ku ev yek xwedî armanca asîmîlekirinê ye û destnîşan kir, asîmîlasyon sûcê li dijî mirovahiyê ye. Cizîrî bang li dewleta Tirk kir ku dest ji vê polîtîkayê berde.