BI DÎMEN

‘PKK di serdema xwe ya herî bi hêz û xurt de ye’

Gerîlayên YJA Star û HPG’ê salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kirin û gotin: “Gotin têra pênaseya jiyana PKK’ê nakin. PKK 46 salên xwe tije dike, hîna jî bi hêz li ser piya ye û di serdema xwe ya herî bi hêz û xurt de ye.”

Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) bi pêşengiya Rêber Apo di sala 1978’an de hat damezrandin. Ev dîrok bû destpêka damezirandina jiyaneke nû, jiyaneke têkoşerî û bi hêviya serkeftinê xemilandî. Lewre navê “Cejna Vejînê” lê hate kirin. Gerîlayên azadiyê ji bo geşkirina ruhê vê cejnê li çiyayên Kurdistanê bi dehan sal in di nava cenga giran de ne, ji dil û can şer dikin, giyanê xwe ji bo serkeftinê feda dikin. Gerîlaya YJA Starê Sara Berazî û gerîlayê HPG’ê Welat Şerzan ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê têkoşîna azadiyê dimeşînin ji bo pîrozkirina salvegera 46’mîn a PKK’ê ji ANF’ê re axivîn.

Gerîla Sara Berazî diyar kir ku Cejna Vejînê bi keda Rêber Apo û şehîdên şoreşê gihîştiye lûtkeyê û got: “Ev damezirandin bi hevaltiya Kemal û Heqiyan re dest pê kir û heya niha jî ew ruh didome. Bi têkoşîneke çekdarî, bîrdozî û rêxistinî dewam dike. Ev ruh îro li hemberî zilm û desthilatdariya heyî têdikoşe. Berxwedana ku îro li tunelên şer tê kirin jî bingeha wê ji heman ruhê PKK’ê ya hatiye avakirin tê. Lewre gotin têra pênaseya jiyana PKK’ê nakin. Encax mirov di nava jiyana wê ya weke deryayekê de biherike û nas bike. Dagirker nikarin vê ruhê têkoşerî ji holê rakin.

EM LI SER ŞOPA RÊBER APO DIMEŞIN Û TÊDIKOŞIN

Îro tevahiya cîhanê ji têkoşîna me hêz digire, bi navê Rêber Apo bang dike. Gelê ku jêre digotin, ‘ser wê hatiye betonkirin’ bi pêşengiya PKK’ê hişyar bûye, rastiya dagirkeriyê dîtiye û serî rakiriye. Em weke şervanên YJA Starê li ser şopa fikrê Rêber Apo dimeşin û bi hêza fikrê Rêber Apo têkoşîn dikin. Îro pêşengtiya jin a ji vê dozê re di lûtkeyê de ye û wê herdem wiha be. Wê ketinê nas neke, heya rizgariya Kurdistan û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê li ber xwe bide. Sala li pêş me wê bibe sala mizginiya serkeftina mezin ji bo hemû gelên cîhanê.”

PKK 46 SAL IN BI HÊZ LI SER PIYAN E

Gerîla Welat Şerzan jî anî ziman ku PKK 46 sal in li hemberî her cure êrîşan li ber xwe dide û wiha axivî: “Dagirkeran her tim digotin ku ew ê di nava çend roj û saetan de PKK’ê biqedînin. Vaye ev Partî 46 salên xwe tije dike, hîna jî bi hêz li ser piya ye û di serdema xwe ya herî bi hêz û xurt de ye. Gerîla û gelê Kurd di şexsê fedaiyên serdemê Asya û Rojgeran de peyama ku dewleta Tirk di dema xwe ya herî lawaz de ye û em dikarin di cihê wê yê herî bi ewle de derbê li wan bidin, da. Dagirkeriya Tirk dema xwe ya hilweşandinê dijî. Gerîla li çiyayan şer dike. Bi taybet di sala 2023 – 2024’an de şehîdên fedaî Serxwebûn û Rizgar bilindahiya vîna gerîla û potansiyela şerê wê dane nîşandan. Wê ev qehremanî her dewam bike.

EM Ê BI BERXWEDANÊ DIJMIN BIŞKÎNIN

Dewleta Tirk ev çend sal in di Heremên Parastinê yên Medyayê de asê maye û her tim derbê dixwe. Berxwedanî û qehremaniya gerîla û gel dijmin anî asta ku deriyê Îmralî veke û serî li siyasetên nû bide. Em weke gerîlayên vê rêxistinê ji bo sala nû îdîaya me ew ku armanca me wê tenê ne bilindkirina berxwedanê be, em ê dijmin di heremên xwe de bişkînin û wan gav bi gav bi paş ve bibin.”