Di 12’ê Mijdarê de li bajarê Kobanê 2’emîn Festîvala Wêjeyî destpê kir. Gelek wêjevan ji deverên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di festîvalê de amade bûn. Beşdarên festîvalê têkildarî pêşketin û rexneyên li ser ziman tên û piştî Şoreşa Rojava zimanê Kurdî gihîştiye çi astê, ji ANF’ê re axivîn.
Berdevka Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Narîman Evdikê diyar kir ku festîvalên bi vî rengî gelekî girîng in û got: "Ji bo me wêjeya Kurdî cuda ye, him guhdar im, him jî çîroka xwe û pirtûka xwe îmze dikim. Em jî bi rêya festîvalên wisa, çalakiyên wisa, hêdî hêdî ziman û wêjeya xwe jî bi pêş bixin. Em ê hîna zêdetir zimanê xwe dewlemed bikin. Em ê wan kêmasiyên di zimanê de bi rêya panel û semîneran guftûgo bikin û cihê vala dagirin. Divê em weke saziyên wêjeyî û desteya çandî hîn zêdetir xwedî li çand û zimanê xwe derkevin."
Narîman Evdikê destnîşan kir ku timî rexne li ser ziman û wêjeya Kurdî tên, ew rexne jî ji bo pêşketinê ne û wiha got: "Kesên ku serpereştiyê ji van çalakiyên wêjeyî re dikin, gelekî girîngiyê nadin çalakiya wêjeyî. Divê em zêdetir ji bo zimanê xwe têbikoşin. Divê wêjevan û rewşenbîrên me timî di nava nîqaş, goftugo û komxebatan de bin, ji bo ku asta zimanê me hîn dewlementir bibe."
Narîman Evdikê di dawiya axaftina xwe de ev tişt got: “Şoreşa Rojava gelek destketî bi xwe re anî. Wêje di destpêka şoreşê û piştî wê de jî di qonaxeke nû re derbas bû. Lê hîna kêm e. Dema gava pêşketinê hebe, hêviya mirov jî pê re pêş dikeve. Vaye çapxaneya me, ziman û wêjeya me jî bi pêş ketiye. Ew jî di derbarê pêşxistin û bilindkirina asta ziman û tîpên wê de ye."
Hevserokê Desteya Çandê ya Herêma Firatê Ziyad Elî jî wiha axivî: “Armanca me ya sereke ya vê festîvalê ew e ku em bi hêza xwe ziman û wêjeya xwe bi pêş bixin. Gelek wêjevan ji gelek deverên cuda ji bo ku bikaribin hîn zêdetir asta wêjeya Kurdî bi pêş bixin, festîval dan destpêkirin."
Elî anî ziman ku piştî Şoreşa Rojava zimanê Kurdî di qonaxeke nû re derbas bû û wiha bilêv kir: "Piştî ku Şoreşa Rojava destpê kir, di her sazî û dezgeha Rêveberiya Xweser de, zimanê Kurdî bû hîma sereke, bû wêjeya civakê û bilindkirina asta civakê. Festîvala Kobanê ya Wêjeyî jî roleke xwe ya girîng di pêşxistina wêjeyê de heye. Ew jî bi rêya şevbuhêrkan, çîrokan, helbestan û semînerên cur be cur tê kirin."
Nivîskar, lêkolîner, helbestvan û mamosteyê beşa ziman û wêjeya Kurdî ya klasîk û zargotinê ya zanîngeha Rojava Salihê Heydo ragihandin ku ziman û wêjeya Kurdî bi sedan salî qedexekirî û tunekirî bû û di nava pencên qirkirinê de, zimanê me qirkirî, qedexe û di nava asîmîlasyonê de bû û got: “Lê festîval û gelek çalakiyên wêjeyî tê wê wateyê ku zimanê me yê Kurdî di nava pêşketinê de ye. Pirtûkên me bi rengekî dizî hebûn, lê di roja me ya îro de em bi hezaran pirtûkên xwe bi navnîşana Kurdî dibînin."
Salihê Heydo axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em xwedî dîrokeke kevnar û xwedî zimanekî dewlemend in. Asta pêşketina zimanê Kurdî piştî Şoreşa Rojava zêde bû. Ev yek jî bi saya şehîdên me ne. Xwendekarên zanîngehê bûne afirîner û pêşketineke gelekî mezin di warê zimanê Kurdî de çêdikin."