Pisporên çekan ên NY li Şamê ne

Pisporên çekan ên NY li Şamê ne

 

Heyeta ji pisporên çekan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo pêşî li lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî li Sûriyê veke, gihaşt Şamê.

Tê payîn heyeta mijara gotinê, der heqê lêkolînkirinê de di navbera rêveberiya Şamê û heyeta pisporên çekên kîmyewî ya bi pêşengiya Ake Sellstrom ê Swêdî, hin sererastkirinan pêk bîne.

Her çend ji tevahiya endamên heyetê re ji bo ketina Sûriyê destûr nehatibe dayîn jî, gihaştina heyeta pispor li Şamê û hevdîtina wê bi rêveberiya Şamê re, ji bo Neteweyên Yekbûyî tê wateya pêngavekê.

Sûriyê heta niha daxwaza lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî red kir.

Di şerê li welêt de, bi taybetî li herêmên Şam û Helebê, hem rejîmê hem jî mûxalîfan, hevdu bi bikaranîna çekên kîmyewî tewanbar dikirin.

Rêveberiya Şamê di 20'ê Adarê de bi awayekî fermî daxwaz li NY kiribû. Sekreterê Giştî yê NY Ban Kî-moon roja 8'ê Nîsanê dabû xuyakirin ku ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî, li ser daxwaza rejîma Şamê heyetek ji pisporên çekên kîmyewî hatiye avakirin û amade ye biçe Sûriyê.

Lê belê Wezareta Karên Derve ya Sûriyê di heman rojê de daxuyaniyek dabû û pêşniyara Ban Kî-moon red kiribû. Wezareta Karên Derve diyar kiribû ku Ban Kî-moon, rê daye zextên "welatên tên zanîn" ên piştgiriyê didin rijandina xwînê li Sûriyê.