Peyva 'Negro' dê êdî li DYA'yê neyê bikaranîn
Peyva 'Negro' dê êdî li DYA'yê neyê bikaranîn
Peyva 'Negro' dê êdî li DYA'yê neyê bikaranîn
Di demeke de ku Li Tirkiyeyê hêj di fermiyetê de navên kurdî nayê qebûlkirin û girtiyên Kurd nikarin bi zimanê xwe parastina xwe bikin, li welatê DYA’yê biryar hate girtin ku peyva negro ya ku tê wateya “koletî dê êdî neyê bikaranîn.
Serokê Saziya Jimartinê ya DYA Nicholas Jones diyar kir ku gotina ‘Negro’ ku koledariyê tîne bîra mirovan û tê wateya biçûkxistinê û di çanda Amerîkayê de di nava demê de wateya xwe wenda kiriye dê êdî neyê bikaranîn.
Jones ji Ajansa Associated Press re axivî û wiha got; “Sala pêş dê ev biryar bikeve meriyetê û êdî ji bo îfadekirina reşikên Amerîkayê îfadeyên weke ‘Black’ bi ku îngîlîzî tê wateya reşik, an jî ‘Efrîkayiyên Amerîkayî’ bê bikaranîn.
Jones diyar kir ku ev bi mehane anket tê meşandin û diyar kir ku di lêkolîna jimara şêniyê de tu reşikekî Amerîkayê xwe bi peyva ‘Negro’ nenasandine. Jones anî ziman ku gelek kesî ev peyva weke biçûkxisitnê û weke modeya wê derbas bûye bi nav dike.
Ev biryara bikaranîna peyva ‘negro’ cara yekemîn di salên 1900’î de di jimarên şêniyê de hat bikaranîn. Di sala pêş de dê ev peyv bê rakirin.