Pêşengeha Wêneyan a li Kobanê bi dawî bû

Li Kobanê 4′emîn Pêşengeha Wêneyan di roja xwe ya sêyemîn de bi dawî bû.

4′emîn Pêşangeha Wêneyan 1′ê Cotmehê bi pêşengiya mamoste û xwendekaran hatibû destpêkirin. Pêşangeh bi dirûşma “Em çiqas cihreng bin, li ser tabloya welat dibin yek reng” li Parka Ronîwar a li bajarê Kobanê hat vekirin.

14 xwendekarên beşa wênekêşiyê ya Navenda Çand û Hunera Baqî Xido bi 54 tabloyan tev li pêşengehê bûn.

Pêşengeh di roja xwe ya sêyemîn de bi dawî bû û beşdaran elaqeyeke mezin nîşanî pêşengehê da.

Wêneyên protre, yên şervanan, dayikên Kurd û wêneyên balê dikişînin ser xwezayê hatin pêşandan.