Pêlav danîn Ehmedînejad

Pêlav danîn Ehmedînejad

 Ji avêtina pêlavan a ku di cîhanê Îslamê de weke heqareteke mezin tê dîtin, Serokkomarê Îranê Mehmûd Ehmedînejad jî para xwe wergirt. Pêlava ku li Qahîreyê danîn Ehmedînejad li pasevanên wî ket.

Serokkomarê Îranê Mehmûd Ehmedînejad ji bo tevlî civîna Rêxistina Hevkariya Îslamî (RHÎ) ya li Qahîreya paytexta Misirê bibe, li balafirgehê ji aliyÊ Serokkomarê Misirê Muhemed Morsî ve bi merasimeke fermî hate pêşwazîkirin.

Ji piştî şoreşa Îranê û vir ve yekem care  ku serokkomareke Îranî diçe serdana Misirê. Ehmehdînejad ji aliyê Morsî ve hate pêşwazîkirin. Piştî ku li Mizgefta Huseyin nimêjê kirin, Morsî xêrhatina Ehmedînejad kir, di vê demê de kesek pêlav danî Ehmedînejad. Pêlav li pasevanên Ehmedînejad ket.

Hate zanîn ku kesê pêlav avêt Ehmedînejad ji Sûriyeyê û hate binçavkirin.