Patrîotên Rûs bo ‘çavtirsandinê’ diçin Sûriyeyê

Patrîotên Rûs bo ‘çavtirsandinê’ diçin Sûriyeyê

Cigirê wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Rîabkov diyar kir ku pergalên parastinê yên Rûs S-300  yên ku xwestin bidin Sûriyeyê, faktoreke îstîkrarê ya der barê  çavtirsandina senaryoyeke mudaxaleyê ya ji devreye.

Rîabkov derket pêşberî rojnamevenan û  li ser pirsa der barê kapasîteya fuze û balafirên pergala S-300 yên kut ê gotin dê ji Sûriyeyê bê şandin de wiha got: “Em wisa difikirin ku ev teslîmat faktoreke îstîkrarê ye.  Ev pergalên fuzeyê, bi patrîotên Amerîkayê re wek hev tên dîtin.

Rîabkov da zanîn ku ev pergal di pevçûnen Sûriyeyê de li hemberî hêzên biyanî û li hemberî senaryoya navnetweî wek tedbîreke çavtirsandinê dê li Sûriyeyê bê bicihkirin.

Ev daxuyaniya Rûsyayê, piştî rakirina ambargoya çekan a li hemberî komên çekdar yên Sûriyeyê ya YE’ê ya di 27’ê gulanê de pêk hat.

Rîabkov diyar kirku peymana S-300 çend sal berê bi hikûmeta Sûriyeyê re hatiye kirin.  Çapemeniya Amerîkayê jî diyar kiribû dibe ku hema pergalên parastinê bo Sûriyê bê şandin.

Ger ku Rûsya van pergalan li Sûriyeyê bi cih bike, dê mudaxaleyeke derve ya leşkerî û firîneke bê qedexekirin.

NATO’yê jî demek berê li Tirkiyeyê patrîot bicihkiribûn.