Parlamenta Bûlgarîstanê nekarî bicive

Parlamenta Bûlgarîstanê nekarî bicive

Parlamenta Bûlgarîstanê, rûniştina li ser nirxandina butçeyê, ji ber beşdariya têrker derneket holê, betal kir. Nêzî hezar kesên li dora Parlamentê hatin cem hev, nehiştin parlamenter beşdarî rûniştinê bibin. Çalakger dirûşmên "Mafya", "Îstifa" diqîrin.

Di rûniştina îro ya li parlamentê de, Serokwezîr Plamen Orecharskî wê wezîrekî nû yê ji aborî û fona Ewropayê berpisyar, wezîfedar bikirbûya. Lê belê li ser nerazîbûnan, li parlamenta ji 240 parlamenterî bi tenê 112 parlamenter amade bûn.

Xwepêşandêr ev 13 roj in li Sofyayê li kolanane. Yek ji alîkarên Serokê Parlamentê yê sosyalîst Maîa Manolova xwest ji çalakgerên li ber parlamentê li hev kom bûne re axaftinekê bike û behsa guhertinên qanûnî yên pêşî li temsîlkariya partiyên biçûk jî vedike, bike. Lê belê xwepêşandêran bi hêk û firingiyan Manolova pêşwazî kirin.

Tê payîn îro danê êvarê jî bi hezaran kes li kolanên paytext Sofyayê, meşekê lidar bixin. Xwepêşandanên vê dawiyê li paytext Sofya û bajarên din ên Bûlgarîstanê rû dan, ji çalakiyên protestoyî yên zivistana derbasbûyî cihê nînin. Herî dawî, wezîfedarkirina parlamenterê bi navê Delyan Peevskî yê ji bo serkoatiya Ajansa Ewlekariya Netewî, rê li ber nerazîbûnan vekiribû. Navê Peevskî yê 32 salî, tevlî îddîayên li ser bêrtila bi banqayekê, tê ziman. Xwepêşandanên protestoyî dûre veguherîn çalakiyên li dijî siyasetmedaran.