Obama: Nelson Mandela lehengekî cîhanê ye
Obama: Nelson Mandela lehengekî cîhanê ye
Obama: Nelson Mandela lehengekî cîhanê ye
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Barack Obama ji bo lîderê Efrîka Başûr Nelson Mandela wê rewşa wî her diçe nebaş dibe got, "Ew ji bo cîhanê lehengek e."
Barack Obama li Dakarê bi hempişeyê xwe Marcky Sall re civîneke çapemeniyê lidar xist û diyar kir ku Nelson Mandela ji bo cîhanê, lehengeke. Obama got, "Ez di wê baweriyê de me ku ew ji bo vê cîhanê lehengeke û eger ev ji vê cîhanê koç bike (...), em hemû dizanin, ku ez bi xwe di wê baweriyê de me ku mîrateya wî wê serdeman li pey xwe bihêle û bigihêje serdemên pêşerojê."
KEÇA WÎ: "NÛÇEYA NE XÊRÊ, DIBE KU DI HER KÊLIYÊ DE WERE"
Malbata Serokdewletê berê yê Efrîka Başûr Nelson Mandela, ditirse ku di her kêliyê de xebera ne xêrê were. Keça wî Makazîwe ji radyoya SAFM re peyivî û got, "Ez dikarim dûbare bikim, ku rewşa bavê min gelekî krîtîk e. Di her kêliyê de dikare her tişt biqewime."
Makazîwe got, "Lê careke din dûbare dikim, ku ev yek teqdîra Xwedê ye. Heta ku ew bi me re be, heta ku çavên xwe veke û gava me dest dayê pê bihese, emê pê re, bi bavê min re li bendê bin." Keça Mandela diyar kir ku ewê bi vê hêviyê bijîn.
ZÛMA:REWŞA WÎ BAŞTIR E
Ji ber rewşa Mandela, Serokdewletê Efrîka Başûr Jacop Zûma gera xwe ya li Mozambîkê taloq kir. Zûma îro daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Min îro ew ji duh êvarê baştir dît. Ekîbên tenduristiyê bi baldariyeke mezin karê xwe dikin."
Yek ji rojnameyên bi bandor Daîlly Sun, di nûçeya xwe ya der heqê Mandela de, ji bo têkoşîna wî ya li dijî rejîma Apartheîd bibîr bîne sernavê "Têkoşîna Dawî" bikar anî.
Rewşa tenduristiya Mandela ji dawiya hefteyê û vir ve giran e. Mandela ji ber enfeksiyona li pişika xwe di 8'ê Hezîranê de bi lezgînî rakiribûn nexweşxaneyê. Pirsgirêkên pişikê yên Mandela yê 94 salî, du sal û nîv berê destpê kiribûn.
Niha jî li ser cihê veşartina Mandela nîqaş tên kirin. Lîderê Efrîka Başûr dabû xuyakirin ku Mandela xwestibû ew li gundê Qûnû yê li rojhilatê welatê were veşartin, ku li vir salên bedew ên zarokatiya xwe derbas kiribû. Neviyê wî Mandla jî dixwaze Mandela li gundê lê ji dayikbûye Mvezo were veşartin. Cenazeyê sê zarokên wî jî di sala 2011'an de veguhestibûn gundê Mvezo. Malbata Mandela di vê mijarê de hînê ti şîrove nekiriye.