Obama li dijî DAIŞ ji bo şerê bejahî got, ‘na’
Obama li dijî DAIŞ ji bo şerê bejahî got, ‘na’
Obama li dijî DAIŞ ji bo şerê bejahî got, ‘na’
Serokê DYA Barack Obama, got ku wê li Sûriye û Iraqê fermana şerê bejahiyê nede artêşa Amerîka.
Serokê DYA Obama yê li Biryargeha Fermandariya Navendî ya DYA Florîda ji leşkerên Amerîkî re axivî got, "Wê hêzên Amerîkî yên li Iraqê wezîfeya şer hilnegirin.”
Obama da xuyakirin ku di şerê li herêmê de wê hêzên Amerîkî tenê rola piştgiriyê bilizîn û got ku, welatên herêmê di ewlekirina pêşeroja xwe de berpirsiyar in.
Obama destnîşan kir ku DAIŞ li hember gelên Iraqê û Rojhilata Navîn tehdîteke û eger neyê kontrolkirin wê ji bo DYA jî bibe tehdîtek.
Obama da xuyakirin ku têkoşîna li dijî DAIŞ wê bi tena xwe bi rê ve nebin û zêdetirî 40 welatan soza piştgiriyê dane wan.