Obama kêmkirina 85 milyar dolar erê kirin

Obama kêmkirina 85 milyar dolar erê kirin

Serokwezîrê DYA’ê Barack Obama, bernameya ku di nava vê salê de pêkanîna  kêmkirina 85 milyar dolar a lêçûnên gelemperiyê ya DYA’yê erê kir.

Obama, ji ber ku di Kongerya DYA’yê de li ser bernameyeke birînê ya alternatîf ihevkirineke pêk nehat, bernameya birînên yên du sal berê bi awayekî otomotîk kete dewrê, neçar ma erê bike. Obama ji ber ku ev bername  zirar dida aboriya Amerîkayê li dijî vê derdiket.

Duh li Koçika Spî, rêberên kongreya Partiyên Komargir û Partiya Demokrat di hevdîtinên deqeyên dawî de li hev nekirin.  Demokratan diyar kirin ku ev kêmbûnên ku bi giranî di lêçûnên leşkerî de tê kirin, divê zêdetir ji dewlemendan bê girtin.  Yên Komarê jî li dijî zêdebûna bacê derket.

Serokwezîrê DYA’ê diyar  dike ku ger ev kêmbûn bi giştî bikevin jiyanê dê mezinbûn ji hezarî 5 hêdî bibe û 750 hezar kes bê kar bimîne.

DEYNÊ DYA’YÊ GIHIŞTIYE 16,6 TRILYON DOLARÎ

Di sala 2011’an de di mijara lîmîta deynê hikûmetê de krîzek derketibû holê û li pêşnûmeyeke li ser lêçûnên cemawerî di nava 10 salan de 1,2 tîrîlyon dolar kêm, li hev kirin. Kêmbûneke 85 milyar dolar parçeyeke vê pêşniyariyê ye.

Ji vê kêmbûnê nêvî zêdet li lêçûnên leşkerî diçe. Wezîrê parastinê Leon Panetta diyar kiribû ku dê ev zirarê bide aboriya Amerîkayê û hem jî dê Artêş nekaribe di krîzê re têbikoşe.