NY: Li Ukrayna bîlançoya şer giran e

NY: Li Ukrayna bîlançoya şer giran e

Neteweyên Yekbûyî (NY), diyar kir ku hejmara kesên li rojavayê Ukrayna jiyana xwe ji dest dane 4 hezar derbas kirine. NY destnîşan kir ku agirbesta ji destpêka meha Îlonê ve ketiye meriyetê di rewşeke pir xeter de ye.

Li ser şer û pevçûnên di serî de li herêmên rojhilatê Ukrayna Donetsk û Luhansk, li herêmên ku bi Rûsî diaxivin 6 meh derbas bûn. Şer û pevçûnên di navbera hêzên arteşê yên girêdayî hikûmeta navendî ya Ukrayna ya alîgirê rojava û milîsên Rûs de piraniya kesên jiyana xwe ji dest dane sivîl in.

Li gor rapora herî dawî ya ji aliyê NY ve hat weşandin, ji destpêka şer û pevçûnan kesên jiyana xwe ji dest dane gihiştine 4 hezar û 35 kesan. Di raporê de hat diyarkirin ku ji wan 300 kes di 10 rojên dawî de jiyana xwe ji dest dane.

Di rapora NY de hat destnîşankirin ku agirbesta serê meha Îlonê di navbera hikûmeta navendî ya Ukrayna û milîsên Rûs de ket meriyetê, di rewşeke pir xeter de ye.

Asta bêrehm a di şer û pevçûnên ku bi hezaran kes birîndar bûn û bi deh hezaran kes ji cih û warên xwe bûn, rojên buhrî derketin holê.

Li Komara Xweser a Donetsk li herêma ku artêşa Ukrayna lê, cenazeyê 286 jinan hat dîtin. Serokwezîrê Komara Gel a Donetsk Aleksandr Zaharçenko diyar kir hatiye tespîtkirin ku jinên cenazeyên wan hatine dîtin bi awayekî komî rastî tecawizê hatine.

Yek ji ajansên girîng a Rusya RIA Novostî diyar kir li herêma ku Artêşa Ukrayna lê, cenazeyê 286 jinan hatine dîtin. Serokwezîrê Komara Gel a Donetsk Aleksandr Zaharçenko di civîna çapameniyê ya lidar xist de diyar kir ku li bajarê Krasnoarmeysk 400 jinên ciwan ên temenê wan di navbera 18 û 25 de di operasyonên ku ji aliyê artêşa Ukrayna ve hatine lidarxistin, di carekê de ji holê winda bûne, di lêkolînên piştî agirbestê de cenazeyê 286 jinan hatine dîtin Zaharçenko got, “Ji wan jinên ku hatine tespîtkirin rastî tecawiza komî hatine cenazeyê 286 kesan hatine dîtin.”