NY: Li Iraqê di sê mehan de 2518 kes mirin

NY: Li Iraqê di sê mehan de 2518 kes mirin

Neteweyên Yekbûyî da xuyakirin ku di navbera mehên Nîsan û Hezîranê de li Iraqê 2518 kesan jiyana xwe ji dest dane. Neteweyên Yekbûyî ragihand, ku pirraniya kesên mirine sivîl in û got, "Tengezariya daîmî, dikare rê li ber şerên nû veke."

Neteweyên Yekbûyî (NY) da xuyakirin ku di navbera mehên Nîsan û Hezîranê de di şer û êrişên li Iraqê 2518 kesan jiyana xwe ji dest dane. Neteweyên Yekbûyî ragihand, ku pirraniya kesên mirine sivîl in. Neteweyên Yekbûyî diyar kir, ku dijwarî û krîza polîtîk a li Iraqê, dibin sedema mirinan.

Nûneriya Iraqê ya Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku di meha Hezîranê de 761 kesan jiyana xwe ji dest dane, 1771 kes jî birîndar bûne. Hat ragihandin di meha Nîsanê de jî 712 kesan jiyana xwe ji dest dane. Rêveberiya Iraqê jî dabû xuyakirin ku di meha Hezîranê de 240 kesan jiyana xwe ji dest dane.