NY kuştina zarokan li Sûriyê şermezar kir
NY kuştina zarokan li Sûriyê şermezar kir
NY kuştina zarokan li Sûriyê şermezar kir
Neteweyên Yekbûyî da xuyakirin ku ji Adara asla 2011'an û vir ve bi hezaran zarok di şerê li Sûriyê de jiyana xwe ji dest dane.
Di rapora Neteweyên Yekbûyî de ev hejmar bi gotina "nayê qebûlkirin" hat binavkirin û hat ragihandin ku hêzên hukûmetê û komên çekdar, jin û mêrên ciwan neçarî "êrişên xwe kuştinê" dikin û weke "mertal" bi kar tînin.
Di raporê de, li gel Sûriyê rewşa 21 welatên lê şer hene, di warê zarokan de hat nirxandin.
Neteweyên Yekbûyî cara yekemîn welatê Malî jî li welatên ku lê zarok ji aliyê komên çekdar ve tên bikaranîn, li "lîsteya şermê" bicih kir. Di "Lîsteya Şermê" de ji 14 welatan 55 hêz û komên çekdar cih digirin.
Di raporê de hat gotin, "Bi xerabûna rewşa ewlekariyê li Malî re, hejmareke zêde zarok ji aliyê komên çekdar ve hatin bikaranîn."
Raportoa Taybet a Neteweyên Yekbûyî Leila Zerrougui da xuyakirin ku zarokên li Sûriyê, yên herî zêde berdêla şer dane ne. Zerrougui di daxuyaniya xwe ya ji bo çapemeniyê de got, "Zarokên li Sûriyê tên kirin, seqet tên hiştin, tevlî komên çekdar tên kirin, tên binçavkirin û li êşkencê rast tên."
Neteweyên Yekbûyî artêşa Sûriyê tewambar kir, ku li zarokên îddîa dikin pêwendiya wan bi komên çekdar re hene, êşkenceyê dike. Neteweyên Yekbûyî her weha Artêşa Azad a Sûriyê jî tewambar kir, ku zarokan di şer de bikar tîne û di karên alîkariyên yên mîna dagirtina şarjoran de dixebitîne.
Tê texmînkirin, ku di şerê li Sûriyê de ji sala 2011'an û vir ve zêdeyî 80 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane.
Tê gotin, pêwistiya zêdeyî 2 milyon zarokên li welêt jî, bi alîkariyê heye.
Di rapora Neteweyên Yekbûyî de tê ragihandin, ku li gelemperiya cîhanê bi hezaran zarok di sala 2012'an de ji aliyê komên çekdar ve hatine bikaranîn.
Welatên Nepal û Srî Lanka yên salên bihurî di "Lîsteya Şermê" de cih digirtin, hatin derxistin.
Di raporê de, ji bo dawî li bikaranîna zarokan di şerên çekdarî de bê anîn, ji planên Sûdan, Bîrmanya, Komara Demokratîk a Kongo û Somalî re, cih hat veqetandin.