NY: Di şerê li Sûriyê de herî kêm 93.000 kes mirin

NY: Di şerê li Sûriyê de herî kêm 93.000 kes mirin

Neteweyên Yekbûyî der heqê bîlançoya şerê li Sûriyê yê heta niha raporek eşkere kir û diyar kir, ku hejmara kesên di şer de heta niha jiyana xwe ji dest dane, 93 hezar derbas kiriye.

Saziya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, der heqê encama şerê li Sûriyê yê ji Adara sala 2011'an heta Nîsana sala 2013'an de raporek amade kir. 

Saziya Mafên Mirovan da xuyakirin, ku hejmara kesên ji destpêka şerê li Sûriyê û vir jiyana xwe ji dest dan, ku heta Mijdara sala 2012'an 60 hezar bû, zêdeyî 93 hezar e.

Li gorî rapora rêxistinê, ji Tîrmeha sala bihurî vir ve, her meh bi qasî 5 hezar kes di şer de jiyana xwe ji dest dane.

Di raporê de tê ragihandin, ku herî zêde li paytext Şam, Hûmûs û Helebê wendahiyên giran çê bûye û di raporê de bi rêzê hejmara mirovên li bajaran jiyana xwe ji dest dane weha tê rêzkirin: "Bejahiya Şam 17.800, Hûmûs 16.400, Helep 11.900, Îdlîb 10.300, Daraa 8.600, Hama 8.100, Deir ez-Zor 5.700, navenda Şamê 6.400."

Dîsa li gorî raporê, ji kesên di şer de jiyana xwe ji dest dane sedî 7.6 jê jin û ji sedî 82.6 jî mêr in.

Saziya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî di rapora xwe de diyar kir, ku herî kêm 1.729 jê di bin deh salî de bi giştî 6.561 zarokan di şer de jiyana xwe ji dest dane.

Herçend di raporê de hejmara wendahiya 93.000 tê ragihandin jî, saziya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî diyar dike, hejmara rastî zêdetire.