NY: 700 hezar Sûriyeyê bûn penaber
NY: 700 hezar Sûriyeyê bûn penaber
NY: 700 hezar Sûriyeyê bûn penaber
Li gorî Komîseriya Bilind a Penaberan a Netewên Yekbûyî (UNHCR) 700 hezar Sûriyeyî ji ber pevçûnên li Suriyeyê reviyan welatên cîran. NY’ê diyar kir ku ev hejmar her diçe zêde dibe.
Ji berdevkên UNHCR’ê Sybella Wilkes destnîşan kir k udi van hefteyên dawî de hejmara kesên ji Suriyeyê direvin bi rêjeyeke mezin zêde bûye.
Wîlkes da zanîn ku hejmara penaberên ku qeyda xwe li NY’ê çêkirine û yên ku li bende qeyd bibin roja duşemê 703 hezar û 314 bilind bûye. Wilkes da zanîn ku ji bo penaberên Libnanê niha hedefa wan eve ku her meh 45 hezar kesî bikin bin qeydan. Wilkes da zanîn ku sala borî di vê demê de tenê çend sed kesan her meh qeyda xwe li NY’ê dikir. Li gorî Wilkes di rewşa heyî de her meh 32 hezar kes qeyda xwe li UNHCR’ê dike.
Di meha kanûna 2012’an de NY’ê daxuyaniyek da bû û diyar kiribû ku dê heta meha hezîranê ev hejmar bigihêje 1,1 mîlyonî. UNHC’ê da zanîn k udi navbera 11 kanûn û 11’ê çile de 100 hezar kes reviyan welatên cîran û Bakurê Afrîkayê û hejmarê 600 hezar derbas kiriye. UNHCR’ê da zanîn ku di meha sibatê de ew dixwazin ku ji Urdunê jî 50 hezarî bikin bin qeydan.