Nobeta ji bo azadiya Ocalan di hefteya 56’emîn de ye
Nobeta ji bo azadiya Ocalan di hefteya 56’emîn de ye
Nobeta ji bo azadiya Ocalan di hefteya 56’emîn de ye
Li bajarê Strasbourg ê Fransa çalakiya nobetê ya bêdem a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî bênavber berdewam dike. Bi çalakiya nobetê ya ket hefteya 56’emîn re der barê pirsgirêka Kurd û hewldanên Ocalan de agahdarî têne kirin.
Çalakiya nobetê ya ji bo azadiya Ocalan û girtiyên siyasî yên Kurd ji 25’ê Hezîrana 2012’an ve li ber Konseya Ewropayê pêk tê 387 roj li pey xwe hişt. Çalakiya ji aliyê komeke ji 3 kesan a roja Duşemê ji bajarê Duîsburg ê Elmanya hat berdewam dike.
Endamên koma nû her roj bi sedan belavokan ku belav dikin der barê Rêberê Gelê Kurd û pirsgirêka Kurd de agahdariyan dikin. Di çalakiya ku tevî hewaya germ jî berdewam dike bi taybet ji aliyê turîstên tên bajêr û ciwanan ve rastî eleqeyeke mezin tê. Çalakvanên nobetê, der barê Kampanyaya ji bo Ocalan Azadî belavokên Îngîlizî, Elmanî û Fransî û broşurên bi serenava “Ocalan kî ye?” belav dikin.
“DIVÊ DEWLET PÊVAJOYÊ BAŞ BINIRXÎNE”
Endamên koma nobetê destnîşan kirin ku bi zanebûna Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan 14 sal e bi awayekî bêedalet esîr tê girtin beşdarî çalakiyê bûne û dan xuyakirin ku divê dewlet pêvajoyê baş bixwîne û ji bo gel pêkve bijîn weke firsendekê bibîne.
“BILA CIWAN JÎ BEŞDARÎ ÇALAKIYÊ BIBIN”
Çalakvanan ji ber ku meha havînê ye jî xwestin ciwan û xwendekar jî piştgiriyê bidin çalakiyê. Çalakvanan dan xuyakirin ku ciwanên bi zimanê Îngilîzî, Elmanî û Fransî zanibin dikarin hîn zêdetir agahdariyan bikin û bigihêjin hîn zêdetir kesan.
56 HEFTE NE BÊNAVBER BERDEWAM DIKE
Çalakiya nobetê ya bi dirûşmaya ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî re azadî di 25’ê Hezîrana 2012’an ve li ber Konseya Ewropayê berdewam dike her hefte ji aliyê komekê ve tê birêvebirin. Ji çar aliyên Ewropayê ku ji gel û nûnerên sazî û dezgehan kes tevlî dibin heta niha 8 hezar û 500 îmze hatine komkirin. Di tevahiya çalakiyê de bi sedhezaran belavok û broşur ku hatin belavkirin her roj der barê pirsgirêka Kurd û rewşa Ocalan de danûstendin û nirxandin tên kirin.