Nifûsa cîhanê dê bigihêje 12 mîlyarî
Nifûsa cîhanê dê bigihêje 12 mîlyarî
Nifûsa cîhanê dê bigihêje 12 mîlyarî
Nifûsa cîhanê her diçe zêde dibe. Nifûs di 90 salên pêş de dê herî kêm ji sedî 50 zêde bibe. Her wiha ev zêdebûn dê bi xwe re pisgirêkên hawirdor, aborî û ewlehiyê jî bîne.
Li gorî lêkolîna ku ji aliyê NY’ê ve hatiye kirin, nifûsa cîhanê ya ku 7,2 mîlyar e dê di salên pêş de zêde dibe. Ji ber zêdebûnê heta dawiya sedsalê dê nifûsa cîhanê di navbera 9,6 û 12,3 mîlyarî de biguhere.
Li gorî lêkolîna ji aliyê zanyaran ve hatiye kirin, herî zêde dê li Afrîkayê nifûs zêde bibe. Kitaya ku hê mîlyarek mirov lê dijî, di 2100’î de dê ev bigihêje 4 mîlyarî. Li Afrîkayî serî jinî bi giştî 4,6 jin bikevin.
DIVÊ PERWERDE Û KONTROLA WELIDÎNÊ BÊ ZÊDEKIRIN
Di lêkolîna ku bi pêşengiya Patrîck Gerland ve hatiye kirin de nifûsa kitaya Asyayê heta 2050’yî dê bigihêje asta herî jor û piştre jî dê şûnde bikeve.
Sedema herî girîng a zêdebûna nifûsê jî wek bê perwerdebûn û rêbazên kontrola welidînê tê nîşandan. Di lêkolînê de tê gotin ku ji bo astengkirina zêdebûna nifûsê divê asta perwerdehiya jinan bê bilindkirin û rêbazên kontrola welîdînê bê belavkirin.
Li gorî lêkolîn bi zêdebûna nifûsê re li seranserê cîhanê rêjeya extiyaran dê li gorî ciwanan zêdetir be. Ev jî dê pirsgirêka aboriyê bi xwe re bîne.
Hê li Cîhanê li beramberî teqawîtekî 2,9 xebatkar hene û ev rêje di sala 2100 salî de li beramberî 1 teqawîtî dê hevsengî 1,4 xebatkarî bê.
TEDBÎRÊN SIYASÎ NEYÊN GIRTIN DÊ PIRSGIRÊK ZÊDE BIBIN
Di lêkolînê de hate gotin ku divê cîhana siyasetê pirsgirêka zêdebûna nifûsê zêde bike û got ku ev ji bo cîhanê gelek pirsgirêkên aborî, hawirdor, ewlehî bi xwe re tîne.