Nexweşiya Mandela ber bi başiyê ve diçe
Nexweşiya Mandela ber bi başiyê ve diçe
Nexweşiya Mandela ber bi başiyê ve diçe
Hate ragihandin ku, rewşa tenduristiya lîderê efsanewî yê Başûrê Efrîqayê Nelson Mandela ‘başbûnekî ve diçe’.
Serokê Afrîqa Başûr Jacob Zûma îro çû nexweşxaneya taybet ya li Pretoriayê serdana Mandela kir û li meqamê xwe daxuyaniyek da. Zûma diyarkir ku, li rexmî rewşa Mandela ber bi başbûnê ve diçe jî cidiyeta xwe diparêze.
Lîderê efsanewî Nelson Madela ku heftiya borî kete 95 saliyê, 8’ê Hezîranê ji ber enfeksiyona pişikê rakiribûn nexweşxaneyê û hîna jî tê dermankirin.
Mandela meha Kanûnê sê heftiyan li nexweşxaneyê mabû û ji ziravê hatibû emeliyat kirin.
Beriya vê salekê jî Mandela ji ber enfeksiyonekî pisikê ya akûtê rakiribûn nexweşxaneyê û piştî sê rojan ji nexweşxaneyê derketibû.
Lîderê efsanewî di sala 1985’an de jî emeliyata prostatê kiribû.