Nepenîtiya xwendekarên winda yên li Meksîkayê dewam dike
Nepenîtiya xwendekarên winda yên li Meksîkayê dewam dike
Nepenîtiya xwendekarên winda yên li Meksîkayê dewam dike
Derket holê ku cesedên li gora komî ya çend roj berê li Meksîkayê hat dîtin, ne yên xwendekarên winda ne.
Li Meksîkayê di 26'ê Îlonê de 4 gorên komî derketibûn holê ku hatibû gotin ên xwendekarên winda ne. Li gorî encamên testa DNA, cesedên li gorên komî ne yên xwendekaran e.
Wezîrê Edaletê Jesus Murillo Karam got, "Cesed ne yên xwendekaran e." Karam diyar kir ku di çarçoveya lêpirsînê de 14 polîsên din jî hatine binçavkirin.
Rayedaran, piştî êrîşa şebekeyên sûc û polîsan a li hemberî xwendekaran, li bajarê Iguala yê eyaleta Guerreoryê gorên komî derxistibûn holê. Ji gora destpêkê ya komî 28 cesed hatibûn derxistin. Dûre gorên din ên komî hatibûn dîtin. Der heqê hejmara cesedên li van goran de ti daxuyanî nehat dayîn.
Lê belê hat ragihandin ku li ser cesedên li gorên komî testa DNA hatiye kirin û derketiye holê ku yên xwendekaran nîne.