Navenda Hunerê ya Mihemed Şêxo êrîşa li Sakaryayê şermezar kir

Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo bi daxuyaniyekê bertekên xwe yên li dijî êrîşa nijadperestî ya li dijî karkerên Kurd ên li Sakaryayê anî ziman.

Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo bi daxuyaniyek nivîskî bertekên xwe yên li dijî êrîşa nijadperestî ya li Sakaryayê li dijî karkerên Kurd anîn ziman.

Daxuyaniya Navenda Çand û Huner ya Mihemed Şêxo ji bo raya giştî wiha ye:

“Ev êrîşên nijadperstî yên ku Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê diqewimin ne yên cara yekem in. Bi taybet ev bûyera vê dawiyê li Sakaryayê derketî pêş ku nijadperestên Tirk ku xwediyê cihê kar in, bi şêweyekî hovane êrîşî wan karkerên Kurdên ji Şemrexa Mêrdînê kirin.

Sedema vê êrîşê yeke ev e ku dewleta Tirk li bajarên Bakurê Kurdistanê rê li ber kar venake. Bi vî şêweyî gel neçar dihêlin ku ji bajarên xwe ji bo kar biçin metrepolên Tirkiyeyê. Dema ku diçin nava bajarên Tirkiyeyê jî di nava kar de hem ji aliyê dewleta Tirk ve û hem jî aliyê nijadperestên Tirk ve rastî gelek pirsgirêkên mezin tên.

Em tevgera çand û hunera demokratîk dibînin ku ev êrîş, êrîşeke çandî û nijadperestiye, bi van êrîşan dewleta Tirk dixwaze siyaseta xwe li ser gel bide ferzkirin.

Pêwîst e li hemberî vê hişmendiya faşîst em dengê xwe bilind bikin û yekîtiya gelê Kurd ava bikin. Her ku diçe dewleta Tirk dagirkeriya xwe li ser xaka Kurdistanê zêde dike.

Dewleta Tirk ji bo ku fikrê xwe li ser gel bide ferzkirin û gel ji cewhera wan dûr bikin, hemû siyasetên qirêj li ser gel didin pêkanîn. Bi taybet piştgiriyê didin hişmendiya faşîzmê ya di nava gelê Tirk de ku li her derê destdirêjî rûmeta gelê me yê kedkar bikin.

Em tevgera çand û hunera demokratîk van bûyeran û hemû saziyên mafên mirovan ên ku li hemberî van êrîşan bêdeng dimînin, bi tundî em şermezar dikin.”