Namzetiya Jinan a ji bo Serokkomariya Îranê hat betalkirin
Namzetiya Jinan a ji bo Serokkomariya Îranê hat betalkirin
Namzetiya Jinan a ji bo Serokkomariya Îranê hat betalkirin
Li Îranê, ku jin ji gelek mafan bêpar in, namzetiya wan a ji bo hilbijartinên Serokkomariyê yên 14'ê Tîrmehê jî hat betalkirin.
Endamê Konseya Parastvanên Destûra Bingehîn a Îranê Mûhammed Yezîdî da xuyakirin ku, li gorî destûra bingehîn jin nikarin bibin namzetên Serokkomariyê. Ajansa nûçeyan a nîv-fermî ya Îranê Mehr ragihan ku Yezîdî diyar kiriye ku destûra bingehîn destûrê nade namzetiya jinan ji bo serokkomariyê û ji ber vê yekê jî namzetiya jinan "qedexe" ye.
Tevî ku erêkirina namzetiya wan ne dihat payîn, ji bo hilbijartinên 14'ê Tîrmehê 30 jinan namzetiya xwe nîşan dabûn.
Li gorî çavdêran, di mijara namzetiya jinan a ji bo serokkomariyê de, destûra bingehîn xwedî nakokiyan e û ne zelal e. Li gel vê yekê jî, tê payîn bi vê biryara dawî re ev mijar bê girtin.
Hêjayî gotinê ye, li Îranê jin dikarin bibin namzetên parlamenteriyê û dikarin têkevin meclîsê.