Muxalefeta Sûriyeyê li Qahîreyê dicive

Muxalefeta Sûriyeyê li Qahîreyê dicive

Li Qahîre îro dê muxalefeta Sûryê bi serkêşiya Serokê Koalisyona Niştimanî ya Muxalif  Ehmed Mead Elxetîb bi armanca mijarên giring yên wek avakirina Humeteke Demkî û hevdîtinên bi hukmeta Sûriyeyê re bicive. Li aliyeke din, Cîgirê Serokê Komkara Ereban Ehmed Bin Hilî diyar kir ku niha nabe ku endametiya Sûriyeyê ya Komkara Ereban bidin hêza muxalefetê.

Muxalefeta Sûryê dê îro li paytexta Mesrê Qahîre bi armanca avakirina Hukmeta întqalî û pirojeya ku Serokê koalîsyona niştimanî Sûryê ya muxalefetê Ehmed Mead Elxetîb ku hevdîtin di navbera Kolsyona Muxalif û Hukmeta Sûryê were despêkirn.

Cîgirê Serokê Komkara Ereban Ehmed Bin Hilî diyar kir ku niha nabe ku endametiya Sûriyeyê ya Komkara Ereban bidin hêza muxalefetê.

Derbarê beşdariya Komkara Ereban di Civîna Muxalefeta Sûriyeyê de, Cîgirê Serokê Komkara Ereban Ehmed Bin Hilî duh di daxuyaniya çapemeniyê da ku li ber navenda Komkara Ereban da, diyar kir ku Komkara Ereban di civîna Muxalefetê de amede nabe lê dibe ku piştî ku civîna muxalefetê bi dawî bibe ew hevdîtinan bi muxalefetêre bikin.