Muxalefeta Sûriyeyê dest ji ‘boykota dostan’ berda
Muxalefeta Sûriyeyê dest ji ‘boykota dostan’ berda
Muxalefeta Sûriyeyê dest ji ‘boykota dostan’ berda
Koalîsyona Netewî ya Sûriyeyê (SNC) hewldanên têkçûyî yên der barê rawestandina şîdeta li Sûriyeyê protesto kir û ji biryara xwe ya ku dê tevlî gelek hevdîtinên navnetewî nebibûya, vegeriya, û da zanîn ku dê tevli civîna Koma Dostaniya Sûriyeyê ya li Romayê pêk tê bibe.
SNC ji biryara xwe ya ‘dostan boykot bike’ piştî sozên ‘alîkariya taybet’ ya DYA’yê ya ji bo gelê Sûriyeyê, vegeriya.
Wezîrê Derve yê DYA’yê John Kerry duh li Londonê bi Derokwezîrê Îngîlîstanê David Cameron û Wezîrê Derve William Hague re hevdîtin kir û li serokê SNC’ê Moaz el Xetîb geriya û diyar kir ku xwestiye tevli Civîna Dostaniya Sûriyeyê ya li Romayê pêk tê bibe. Der barê hevdîtina telefonê ya navbera Kerry û El Xetîb de agahî nehat dayîn.
Lê rêberê SNC El Xetîb, duh di saetên evarê de diyar kir ku ew weke muxalîfan dê tevli civîna li Îtalyayê pêk tên bibin. Di daxuyaniya El Xetîp ya di Facebookê de hate weşandin de wiha hat gotin: “Piştî hevdîtinên bi rêberên koalîsyon û hevdîtinên telefonan, me biryara xwe ya ne tevlibûnê ya Konferansa Dostaniya Sûriyeyê, paşve kişand. Yanî Keryy û Hague ji bo êşa gelê me sivik bibe soz dan me. Di konferansê de dê têkiliyê muxalefet û aliyê navnetewî li ber çavan bê derbaskirin.
Wezîrê Derve yê DYA’yê Keryy îro li Berlîn a Almanyayê bi Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergei Lavrov û endamên muxalefeta Suriyeyê re hevdîtinan bike.
Keryy piştî hevdîtina xwe ya bi Cameron û Hague kir şûnde daxuyaniyek da û got li civîna Romayê dê nebe atolyeya hevdîtinê.
Hague jî got ku ew amade ne ku dê piştgiriya Îngîlîstanê ji bo Sûriyeyê zêde bikin.
Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Welîd Muallem jî duh daxuyaniyek da û got hikûmet ne tenê bi muxalîfên çekdar, bi hemû muxalîfan re amade ye ku hevdîtinan bike. Lê Artêşa Azad a Suriyeyê daxwazên xwe yên ji 8 xalan pêk dihat rêz kir û ev banga Muallem red kir.