Dibe ku dengek bikari qedera gelekê biguhere. Dibe ku dengek bibe lêrgerîna zarokek, ew zaroka ku xwe di pêsîra dayika can terikî û çav li çiyayên dûr de dibîne. Dibe ku dengek bibe perperîk û li heft tebeqeyê jêr û jora gerdûnê bigere. Belê dibe ku dengek, ango efsuna awazek bê sînor, bikaribe rastiya jiyana gelekê, herî xweş û zelal raxîne ber çavan. Ew dengê ku bi sed salan, ji hestê dengbêjan serpêhatiyên xwe digre û tê. Ew dengê ku li kolanên penaberiyê dibe war û welat. Wek dayîkek, wek lorîkek xwe li qefesa singa mirovahiyê dixe. Dibêje eyy jiyan, eyy mirovahî, ez ne çengek xwezîme li bextê te. Ez ew eşqa zayînê me li hizir û hestên te. Lewma dibê were li îsyan û hestên azad ên li nav têlên dengê min bigere, wê demê tê perçeyek jixwe û yek jî jimin bibînî. Lewma navê min Mizgîna jiyanê ye, navê min rastiya te ye!
Belê ew denge ku hemu rastiya jiyana me ji me re vedibêje, wek heqîqeta hundirîn digere. Carna dibe ku çiruskek be, carna jî volkan. Lê belê heman wate ye. Her wext li du xeyalên xwe dibeze ew. Xeyalên ku tenê li ser axa qedîm û kevnar dikare pênasa wê were kirin. Ango li warên ku hîn çavên xwe ji sînoran re venekir ye, ti caran sînoran qebul nekiriye, her bi nêhrandinek azad jiyan kiriye. Lewma ew axa qedîm e, rengê çîrok û serpêhatiyê Mezrabotan e, dibe perdeyên enstrumana vê dengê zîz û çiyayî. Bê ku astengiya nas bike bê dawî, xwe li dilê ahenga doza gelekê dike sitran. Bi mizgîniya pêşerojek azad diherike nav awazên nifşên nu.
Zarên çiyayî, xwe di wan dengan de dîtin. Rêwîtiyek li du sitranên çiyayî bu rêheval ji dilê me re. Li çiyayan, notaya bi navê azadiyê ku bi dengê Mizgînan şad û mest dibu bu sitargeh ji me re. Em ew rêwiyên ku henasa xwe ji sitranên çiyayî digrin, me da pey rastiya ku dikare qedera gelekê biguhere. Hîn li kolanên teng û asê dema ku me xwest xwe nas bikin me guh da dengê Mizgîna çiyayan. Wer xweş û geş bu ku wek lêgerînek berême dida wan warên azad.
Dixwazim bibêjim ku di henasa min de her qêrîna wê sewtê heye. Roja ku min xwe nas kir, di guhê min de, giyan û asoyê min de wek melodiyek gerdûnî digeriya. Li kolanên bajarê Êlihê yên teng de dema dimeşiyam, ew dengvedan cîhana min mezin dikir. Bivê dengê her zarokek Kurdistanî bû lêgervanê sitranên Kurdewarî û çiyayî. Xwestin xwe di çavê vê sewtê de bibînin. Belê carna çiruskek awazek dibe wateya jiyanê. Wek ku gelek helbestvan dibêjin nayê nivîsandin tê jiyîn. Em zarokên li kuçeyê gund û bajarên asê, me xwe bi dengê Mizgînan nas kir.
Gelo çend sitran dikarin civakekê biber herikîna wateya jiyanê ve bibin. Belkû kêm belkû zêde, lê belê li ser xaka me xwediyê dengê hundirîn ê welatê me, şoreşger, fermandar, hozan û rêheval Şehîd Mizgîn e. Lawê hunerê, hozan Serhat, jêre digot ''Mizgîna leheng, Mizgîna çeleng'' bi heman hest û dengê. Dibe ku pênaseya herî xweş jî ev be. Kesayeta Mizgînê bi van dû hevokan têr û tije di dilê xwe de çandiye.
Belê pêşenga xeta hunera şoreşgerî hozan Mizgîn ango Gurbet Aydin sala 1962’yan li gundê Bileyder tê dinê. Di temenek biçûk de li bajarê Êlih'ê kadroyên pêşeng ên PKK’ê nas dike. Hîn di 1977’an de bi Mazlum Dogan û Mahsum Korkmaz re hevaltî kir. Wan deman kuryetiya wan dike. Ew çanda partiyê ji heval Egîd (Mahsum Korkmaz ) û Mazlum fêr dibe. Piştê nasîna rêhavalên pêşeng û hestê rêhevaltiyê, êdî ew bajar û jiyan, ji dilê keça çiya re teng tê.. Carek nefesek ji gewriya azadiyê dikşîne hundirê xwe, êdî ew bajar têra lêgerîn û sitranên Mizgînê nakin. Wek birînek bê hedan ew nikare di nav pencên pergala serdest de jiyan bike. Lewma di sala 1980’an de berê xwe dide warê gerîla. Êdî ew deng xweşa çiya, rukena civata ye. Li kontar û lutkeyên çiyayan wateya şer, huner û jiyana gerîla di nav hev de dihune.
Bê sînorin lêgerînê hozan Mizgîn, Xwediyê armancê mezinin. Di sala 1982'yan de bi komek rêhevalê xwe re derbasê Lubnanê qada Rêbertî dibe. Piştî perwerdeya Rêbertî ji bo xebatê hunerî û rêxistinî diçe Ewropa. Di xebatên YJWK (Yekitiya Jinên Welatparêzên Kurdistan) de cih digre. Piştî damezrandina YJWK’ê heval Mizgîn di rêveberiya Ewropayê de cihê xwe digire. Hem berpirsiyarê xebatê giştî hem jî berpirsiyarê xebatê jinê ye. Di avakirina Hunerkom û koma Berxwedan de pêşengtî dike. Bingeha xebatên hunerî yê qada Ewropa diavêje. Gelek berhemên girîng ku heta roja me hatine yên wan deman e. Bi kedek mezin, xebatên çand û hunerê pêş dixe.
Di temenek ciwan de mesuliyet digre û bi kar û xebatên xwe di nav civakê de gelek bandor dike. Bi kesayeta şoreşgerî û hunermendî ew her tim mînak e, afirîner û xwilikar e. Bi hozan Sefkan û Çiya re, di navenda pergala kapîtalîst de, têkoşîna çanda resen dide meşandin. Bi kinc û dengê xwe yê kurdewar her tim li ser dikê, bi bêhna bayê çiya awazên xwe digihîne dîroka gelê xwe. Li her cih û warê, ew xwe dispêre dilê xwe yê ku bi evîna welat disoje. Lewma Mizgîn li ku be, çi li derveyê welat çi li welat ew bi heman cewherê dijî û sitranên xwe distire. Lewma Mizgîn e, lewma leheng e. Ew bi hesreta welat li warê xerîbîyê nema dixwaze sitranên xwe bistire. Bêhna çiya tenê ji dûr de, giran tê ji Mizgînê re û cardin berê xwe dide axa dayik, bav û kalan. Ew cardin lê hêlîna xwe ye. Cardin çiya û Mizgîn bi ax kesera hezar salan hev hembêz dikin. Êdî wek dixwaze, wê awazê xwe li lutkeyê çiya biherikîne. Li warê ku bi eşqa wê jiyan dike. Êdî xweza bi navê Mizgînê, kêfxweş û dil şade.
Hezkirina Mizgîn a ji çiya re, wiha digot rêhevalek ku pêre jiyan kiriye. ''Heval Mizgîn dema li çiya bû, carna dadiket nav gundan, li zozanan jin diaxivin û bê ku heval Mizgîn nas bikin jêre dibêjin. Heval me bîhistiye hozan Mizgîn dev ji Ewropa berdaye û hatiye çiya. Bê lome be, ma mirov dev ji wan dera berdide û qet tê.” Mizgîn dikene û bersiv dide. ''Ma çawa nayê, ger ku xwediyê welatek ewqas bedew be. Binêrin li çiya, zozan, dar û kaniyên me, binêrin li civaka me ya ku hemu êş û birînên me dikewînin. Ma çawa nayê ka hûn bibêjin'' Jinên li zozanan, bi poşmaniya pirsa xwe bê deng dimînin.
Bê guman hevala Mizgîn tenê weke hozanekê divê neyê nirxandin. Ji ber kû di gelek xebatan de pêşengtî dike. Milê heval Mizgîn yê herî li pêş, di aliyê rêxistînê de xwedî liv û tevgerek bi bandor e. Bi jiyan, tevlîbûn, tevger, pîvan û şêwazên têkoşîna xwe mirovan dikişîne jiyana rêxistinê. Di dîroka tevgera azadiyê de, di gelek gavên yekem de navê Hozan Mizgîn heye. Ew wek jinek kurd fermandara yekem e. Di salên 1990’an de wek fermandarek berê xwe dide herema Mêrdînê. Piştre jî di salên 1991-1992’yan de, bi heman mesulîyetê dibe rêwiyê herema Xerzanê. Dibe rêwiyê warê Bêrîvan û Rindêxanan. Ew hîn dema ku îsyana Rindêxana namdar, keça çiya û mîrê Botan, ji wan taht û zinaran guhdar dike, dizane ji derveyê çiyayan ti cih û warê me biparêzin tine ye. Lewma rûyê xwe her lêye. Ji bo heval Mizgîn ev demên dîrokîne.
Rêhevala Mizgînê, Ruken Garzan ji bo wan deman wiha dibêje: ''Piştî 91-92’yan ji bo heval Mizgîn hema bêje bibû serdema destpêkên nû. Mizgîn li qadeke ku qet binesaziya wê tune bû, li aliyekî taktîk û çalakiyên gerîla diyar dikir, li aliyekî rêxistina milîsan ava kiribû û digihand organîzmayeke rêxistinî, li aliyekî jî ji bo xebatên eniyê komîteyên gund û bajaran ava dikir. Ev sekna wê li ser hemû heval û gelên qadê bandoreke erênî çêkiribû. Li her derî nasname û kesayetiya Mizgîna Şoreşger, Fermandar û hunermend bi hezkirineke mezin dihate vegotin. Ew hunermend û şoreşgerek rast bû. Gelek sitranên ku hîn qeydnekir bû hene. Mînak sitrana ‘Bîrlik rêket lê lê, ji Botanê. Çek bi destan çû Garzanê’, hîn ew awaz li ber guhê min e. Lê kes pê nizane''
Hozan Mizgîn bi deng sitran û têkoşîna xwe navê xwe li dilê her rêwiyek azadiyê, li dilê civaka xwe kola. Ew keça hunera şoreşger a çiya gund û bajaran e. Pêşengtiya hunera şoreşgerî dike. Fermandara şervanê welatê xwe ye. Ew dilê rêhevalê xwe ye. Her zindiye deng û rengê Mizgîna me. Li lutkeyê her zinarek, li bin her dar û berên çiya, ew avên bi guje guja dîrokê diherikin, navê te ji me re vedibêjin hevalê. Her keçek, lawek çiyayî di çavê te de xwe dibîne îro.
Belê, heval Mizgîn bi xebat û tekoşôna xwe ji me re mîrasek dîrokî dihêle. Di xeta hunera şoerşgerî de bû efsaneyek, li rûpelê jiyanê. Çawa ku jiyana heval Mizgîn bi bandor bû, şehadeta wê jî gelek bandor liser tevgera azadiyê û civakê dike. Di 11’ê Gulana 1992’yan, di biharek reş û xemgîn de, li Tetwanê dijmin mala ku heval Mizgîn lê ye, derdora wê dorpêç dike. Heval Mizgîn hemû dokumentên rêxistinî îmha dike û ji bo malbat nekeve xeteriyê tevdigere. Heta dawî bi berxwedanî şehîd dikeve. Gora Mizgînê hîn jî li Tetwanê ye. Êdî ew ji bo gel cihek pîroz e. Belê Mizgîna me di henasa xwe ya dawî de jî, ji me re jiyanek bê dawî dihêle. Wek dengê xwe, wek sitranên xwe, wek têkoşîn û navê xwe. Ew bû Mizgîna me, ango jiyana me.
Her sal 11’ê Gulanê de, li nav kenê Mizgînê sitran tên çandin, helbest tên xwendin, rêhevalên Mizgînê li çar hêlê cîhanê komdibin û behsa jiyan û têkoşîna bê mirin dikin. Ew rêwiyên çiyayî, cangoriyên çand û hunerê ew roj tên bîranîn. Belê 11’ê Gulanê bû roja şehîdên çand û hunerê. Bû roja jiyaneke ebedî.