Misir: Hewldanên navbeynkariyê bê encam man
Misir: Hewldanên navbeynkariyê bê encam man
Misir: Hewldanên navbeynkariyê bê encam man
Serokkomariya Misrê da xuyakirin ku hewldanên li hev kirinê ya bi navbeynkariya nûnerên DYE, YE û Yekitiya Efrîkayê ev demeke tên kirin, bê encam mane.
Di daxuyaniya Serokkomariya Misrê de hat gotin, "Navbeynkariya derve, di mijara çareseriya krîza bi Biratiya Misliman de, bê encam maye."
Li Misrê, hewldanên navbeynkariyê yên ji bo çareseriyê bi Nûnera Bilind a Polîtîkaya Derve ya Yekitiya Ewropayê (YE) Catherine Ashton destpê kiribû û piştre heyeta Yekitiya Efrîka, Ji Wezareta Karên Derve ya DYE Wiliam Burns çû bûn Qahîreyê. Herî dawî Serokê DYE Barack Obama Senatorên Komarperest John Mc Cain û Lindsey Graham xistibû dewrê û bi Wezîrê Parastinê yê Misrê Abdulafettah El Sîsî re hevdîtin kiribûn.
Senatorên DYE'yî hişyarî dabûn hikûmeta bi piştgiriya artêşê hatiye ser deshilatdariyê ku girtiyên siyasî berde. McCain ji televîzyona Emerîkî CBS re peyivî û diyar kir ku eger hewldanên ji bo çareseriya siyasî bê encam bimîne, wê welat 'veguhere gola xwînê.'