'Min Rastî Nivîsand: Deftera Licê' li Êlihê bû

'Min Rastî Nivîsand: Deftera Licê' li Êlihê bû

3’mîn Mihrîcana Filmên Kurdî ya Yilmaz Guney ku ji aliyê Şaredariya Êlihê û Komeleya Akademiyê ya Sînemeya Rojhilata Navîn ve tê pêşandan roja çaremîn dest pê kir û duh jî filmê bi navê "Min rastî nivîsand: Deftera Licê" mohra xwe li mihrîcanê xist.

Mihrîcana Filmên Kurdî ya Yilmaz Guney ku ji aliyê Şaredariya Êlihê û Komeleya Akademiyê ya Sînemeya Rojhilata Navîn ve tê pêşandan, ji roja 19’ê Kanûnê heta niha didome. Mîhrîcan li Salona Sînemeya Yilmaz Guney a Şaredariya Êlihê pêk tê. Li vir derhenerên ku ji Başûr û derveyê welat hatine û gelek welatî ji bo temaşekirina filmên metraja kurt û dirêj amade bûn.

Welatiyan li pêşandana filmên kurdî yên îro hatin pêşandan gelek kêliyên bi hezkirî û trajîk jiyandin. Di nav filmên duh de “Min rastî nivîsand: Deftera Licê”, mohra xwe li bin filman da.

Di bernameya duh de filmên bi navê Min rastî nivîsand: Deftera Licê, Cil û Bergê Mukriyan, Lorîna Kewên Mirî, Dengê di Camê de, Çirsûk One shot, Xodîka Reş ên metraja wan kurt, Mîdyeyên Şkestî yê metraj dirêj hatin pêşandan. Naveroka filmê Min Rastî Nivîsand: Deftera Licê, li ser rojnîvîska Ahmet Tektaş ê 83 salî ye. Tektaş, li derdora Licê tiştên balkêş û trajîk ku qewimîne nivîsandiye û bi taybetî li ser erdheja ku di sala 1975’an de pêk hatibû tîne ziman. Li gel van rojnîvîsa ya herî balkêş ew e ku li ser jiyana salên 1990’an vir ve hemû şewitandina gundan û kesên ku bi kiryarên wan ne diyar hatine windakirn dibêje.

Mîhrîcan dê îro panela bi navê “Di sînemya kurdî de parçebûn” , Merasîma xelatan û bi filmê dawî yê metraja dirêj Binê erdê bi dawî bibe.