Mihrîcana Govendên Kurdistanê ya 34'an li Hannoverê dest pê dike

Mihrîcana Govendên Kurdistanê ya 34’an bi şiara “Çanda me nasnameya me ye” sibê li Hannoverê dest pê dike.

Kurdistaniyên li Ewrûpayê, mihrîcana çand û hunerî ya herî demdirêj a li Ewrûpayê, Mihrîcana Govendên Kurdistanê ji bo cara 34'an li dar dixe. Îsal mihrîcan bi şîara “Çanda me nasnameya me ye” li bajarê Elmanyayê Hannoverê tê lidarxistin û ji Elmanya, Swîsre û Fransayê bi giştî 23 kom wê tev li mihrîcanê bibin.

Roja yekê (sibe) ya mihrîcanê wê dîsa bi meşa ji rêûresmê ya mihrîcanê dest pê bike. Bi sedan ciwan wê bi cilûbergên Kurdî, erbane, dahol û zirneyan ji ber Stasyona Trênê ya Navendî ya Hannoverê meşa xwe bidin destpêkirin.  Armanca meşê danasîna çanda qedîm a Kurdistanê ye.

Di pêşbirka ku dê 28’ê Gulanê roja Yekşemê bê lidarxistin de 23 komên govendên gelêrî yên herêmên cuda pêşkêş bikin. Komên ku dê beşdarî Mihrîcana Govenden Kurdistanê bibin û herêmên ku dê lê bilîzin wiha ne:

Govenda Bêrîvan (Wesel) Semsûr; Evîna Welat Bi Hev re (Basel) Bedlîs, Koma Zarokên Rojê (Wesel) Amed; Koma Kaniya Spî (Celle) Amed; Koma Feraşîn (Berlin) Agirî; Koma Nûdem (Kiel) Riha; Govenda Arya-Mara (Köln) Riha, Koma Demhat (Zürich) Wan; Koma Kulîlkên Welat (Duisburg) Midyad; Koma Şehîd Delîl Çiyager (Berlin) Wan; Govenda Şehîd Serhat (Lerthe) Wan; Govenda Rojbîn (Paris) Riha; Koma Laleş (Celle) Colemerg; Koma Şiyar (Salzgitter) Weranşar; Govenda Nergizên Çiya (Den Haag) Gimgim; Govenda Baran (Koln) Bedlîs; Govenda Romanî (Köln) Qers; Govenda Ar (Wupertal) Çewlîk; Kome Dersim (Dortmund) Agirî.