Meydana Pîa ya li Roma cihê çalakiyê ye

Meydana Pîa ya li Roma cihê çalakiyê ye

Li Îtalyayê bi sedan kesên lojmanên erzan dixwazin, li Meydana Pîa kamp çê kirin. Welatiyên Îralyayê li dijî polîtîkayên teserûfê û derxistina mirovên xizan ji cih û warên xwe, çalakiyê lidar dixînin.

Heyetek ji çalakgeran wê sibê bi Wezareta Ragihandin û Avadanî re hevdîtinê bike.

Ji amadekarên çalakiyê Lûca Fagîano got, "Konên me, heta ku bi Lûpî re hevdîtin pêk were, ewê li meydanê bimînin. Ji bo dengê xwe bidin bihîstin, emê çalakiyên cuda jî lidar bixin."

Li meydana ku dowîza "Em bajêr ji nû ve bi dest bixin" hat daliqandin û dirûşma çalakgeran ev e; "Ev kamp ne cihê bidawîbûna raperînê, cihê destpêkê ye!"