MDDP’ê nerazîbûn nîşanî girtina ROJ, NÛÇE û MMC da
MDDP’ê nerazîbûn nîşanî girtina ROJ, NÛÇE û MMC da
MDDP’ê nerazîbûn nîşanî girtina ROJ, NÛÇE û MMC da
Partiya Guhertina Demokratîk a Mezopotamya (MDDP), biryara Danîmarka ya girtina televîzyonên Kurd şermezar kir û peyama ku gelên Asûri Suryanî Keldanî ligel medyaya azad in, da.
Partiya Guhertina Demokratîk a Mezopotamya, bi boneya ku lîsansên weşanê yên ROJ, NÛÇE û MMC ji aliyê Dadgeha Danîmarkayê hat betalkirin daxuyaniyeke nivîskî weşand û li hemberî biryarê nêrazîbûn nîşan da.
Hîn sererêzên jî daxuyaniyê wiha ne:
“Em wek gelê Asûrî/Suryanî/Keldanî didin xuyakirin ku em li pişt medyaya azad in vê mekanîzmaya ku ev biryar girtiye şermezar dikin.
Em bang dikin da ku edaleta Danîmarkayê tavilê medyayên ku dengên gelên din dide bihîstin azad berde. Li welatekî wek Danîmarka ku demokrasî lê tê axaftin biryareke wiha ne layiq e. Ya layiqî Danîmarka ev e ku pêvajoya aştiyê ya Birêz Ocalan di Newrozê de da destpêkirin bişopîne. Wezîfeya dewleteke wek Danîmarka ya edaletê diparêze ev e ku ji bo qatilên her sê jinên şoreşger ên li Parisê hatin qetilkirin derkevin holê bibe alîkar. Em dikarin bêjin ku heta Qetlîama Parîs ronî nebe, wê ji bo dewletên Ewropî yên demokrasiyê diparêzin belgeyeke şermê be.